NAVENDA NÛÇEYAN – Bûyereke tundiya polîsên Tirk ên dagirker a li zarokên Kurdan mîna li Nisêbînê, li navçeya Bismil a Amedê jî rû da.
Li gorî agahiyan, polîsên Tirk ên dagirker li taxa Şentepeyê êriş birin ser zarokan.
Di dema qedexeya derketina derve de roja 9’ê Gulanê zarokên ji 7 heta 9 salî yên li ber mala xwe dilîstin, dema ku polîs dîtin reviyan. Polîsên Tirk ên dagirker jî dan pey zarokan, zarokê 8 salî E.M. zevt kirin û bi sîleyan lê dan.
Zarokê ku gelekî tirsiya bi girî vegeriya mala xwe û malbata wî jî ji ber tirsa avêtina ji kar neaxivî.
Têkildarî vê tundiya polîsan dîmenek nehate bidestxistin.