NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo ya li Salzgitter /Lebenstedtê di çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatî kirin de, di sexsê Şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de, şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.
Di axaftinên bîranînê hatî kirin de, soza ku wê xwedî li bîranînên şehîdan derkevîn hatin dayîn.
Li Hîldesheîmê jî, di cîvana ku berdevkên komîsyona meclîsa Navenda Civaka Kurd ên Demokratîk û Komîna Jin a Meryem organîze kirin de, şehîdên meha Gulanê bibîr anîn. Piştî axaftinên di bîranînê de hatîn kirin, civîn bi diruşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.