NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de agahiyên têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn aşkera kirin.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Roja 13’ê Gulanê li Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xis. Di encama vê çalakiyê de 2 çete birîndar bûn. Her wiha 2 seyare hatin rûxandin, seyareyek jî hat derbkirin.
Li herêma Ezazê hêzên me li hemberî artêşa dagirker û çeteyên wê 2 çalakî li dar xistin. Di encama wan 2 çalakiyan de 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Roja 14’ê Gulanê li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî artêşa dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Her wiha maşîneyeke kar hat rûxandin.
Di encama çalakiyên 2 rojan de bi giştî 4 çete û 2 leşker hatin kuştin, 5 çete û 3 leşker jî birîndar bûn.”