NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ber bi herêma Zînî Wertê ve destpê kir.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Emê bi rihê ciwantiyê dagirkeriyê têkbibin’ destpê kir.
Ciwanan li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek xwendin û piştre ber bi Zînî Wertê ve meşiyan.