RANYA – Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Emê bi rihê ciwantiyê dagirkeriyê têkbibin’ ber bi Zînî Wertê ve destpê kiriye.
Ji gelek bajar û navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê tevlî meşê bûne. Dema ku meşvan gihîştin Benda Serkepkan hêzên ewlehiyê pêşiya wan girtin.
Ciwanan bi hilbirtina alayên Başûrê Kurdistanê, dirûşmeyên ‘Yeke yeke gelê Kurd yeke’ dest bi meşê kirîbûn.
Ciwan niha li ber Benda Serkepkan rawestiyane û ji bo meşa xwe berdewam bikin, hevdîtinan dikin.