NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmed îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Di 15’ê Gulanê de îstasyona bazê ya li Sîlîvrîya Stenbolê ji aliyê yekîneyên me ve bi teknîkeke taybet hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê trafoya îstasyonê teqiyaye û li fabrîkayê xisareke mezin a maddî pêk hatiye.”
‘EM Ê LI METROPOLAN BERSIVA VÊ HOVÎTIYÊ BIDIN’
Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku wê bersiva hovîtiya li Kurdistanê li metrepolên Tirkiyeyê bidin û got “Wê Yekîneyên me yên tolhildanê destên we yên qirêj ên li ser gelê me yê welatparêz bişkîne. Yekîneyên tolhildanê xwediyê wî ruhê şehîdan e yên ku hûn jê ditirsin. Ev ruh ji şehîdên şoreşger yên meha Gulanê ji me re maye. Ruhê Hakî Karer ê ku di18’ê Gulanê de şehîd bûye. Em di şexsê Hakî Karer ê ku Rêber Apo jê re digot ‘Ew ruhê min ê veşartî ye’ Îbrahîm Kaypakkaya, Halîl Çavgun û Çar Şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Em diyar dikin ku li ser xeta girêdayina şehîdan em ê berxwedana xwe bi awayekî xurttir geş bikin.”