NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Ciwan derbarê Şehîdên Meha Gulanê û êrîşên qirker ên rejîma Akp-Mhp li ser goristanên şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de got, “Dijminê faşîst dewleta TC, pêwîste vê tu carê bîra neke ku rihê gelê berxwedêr û pêşengên vê Şoreşê, Ciwanên welatparêz PKK afirandiye wan êrîşan tu carî bê bersiv nahêlin.”
Berfirehiya daxuyaniya Komalên Ciwan wiha ye:
“Wekî Tevgera azadî û gel, hemû nirxên me yên jiyanî yên ku hatine afirandin, deyîndarbûyîna xeta Şehîdên me yên meha Gulanê kirin asta herî jor de, ji hemû mirovahî û rastiya gelên îro re dest nîşan kirin ku berxwedan afrîneriya van nirxan e û misogerkirin xeta Serkeftinê ye.
Di Meha Şehîdan de di serî de Şoreşgerê Mezin Rêheval Hakî Karer yê ku Serokatî bi ‘Ruhê min ê veşartî’ binav dike, Rêhevalê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn yên di sala 1982’an de bi encamê îxanetê Şehîd ketin, Rêheval Hozan Mizgîn yê di Kurdistan de bûye dengê Şoreşê û sembola xeta berxwedana jinan û Rêhevalên Ferhat Kurtay, Necmî Öner, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn yên ku di Zindana Amedê de, hemberê dijminê dagirker, agirê berxwedanê li bedenê xwe geş kirin e, şexsê wan rêhevalan de, hemû Şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minet bi bîrtînin, em soza xwe nû dikin ku ev rihê berxwedanê yê mîras wan ku maye ji me re, em ê bi Şoreşê re bikin yek.
Hikumeta AKP’ê bi rihê xwe yê faşîst, wek sedema rolê xwe yê bi qirkirin û bi talan hemû nirxên mirovahiyê bin pê dike û êrîşî goristanên Şehîdan dike.
Di Rojhilata Navîn de bi taybet Kurdistan û hemû gelên cîhanê de, êrîşî Şehîdên me yên ku afrînerên jiyana bi namûs û parastina vê dikin kirin, di heman demê de êrîşî namûsa gelê Kurd kirin.
Di rastiya gelekî ku hatiye asta xilaskirinê de, demekî wisa deye ku navê Kurd û Kuristan nayê bîra mirov de, bi berxwedan û rihê fedaî re rastiya gelê pêşeroja bi namûs û jiyana azad de dimeşin afrandine. Dewleta Tc a faşîst li hember vê rastiya ku hatiye afrandin bi kîn û acizbûyina xwe êrîşî cenaze û Goristanên Şehîdan dike, bi vê hovîtiya xwe û dagirkeriya xwe ji hemû cîhanê re nîşan da.
Dewleta faşîst a TC bi êrîşkirina xwe hember berxwedaniya gel û têkoşîna Gerîllayên Azadiyê yê ku PKK afrandiye, encam negirt û bi wan êrîşên xwe têkçûyina xwe eşkere nîşan dide.
Dijminê faşîst dewleta TC, pêwîste vê tu carê bîra neke ku rihê gelê berxwedêr û pêşengên vê Şoreşê, Ciwanên welatparêz PKK afirandiye wan êrîşan tu carî bê bersiv nahêlin. Wek Komalên Ciwan jî hemû êrîşên hember nirxê tevahî gelê me yê Welatparêz û ciwanên me yên Şoreşger kirine bê bersiv nahêlin, pêwîste bi rêbazekî herî bi hêz bi çalakîyan bibin bersiv.
Dewletê Faşîst a TC li ku derê be bila bibe, hember destkeftiyên tevgera azadî û gelê Kurd êrîşên xwe topyekûn dimeşîne li Başurê Kurdistan de bi itîfaaên qirêj û sivîlên hevkar re tevgera xwe dagirker dide belavkirin. Di Başûrê Kurdistan de faalîyetên dagirkerê yên tên meşandin bi hevkarê yê faalîyetên Kontra berdewam dike. Hember ev dagirkerê yên tên meşandin gelê Başûrê Welatparêz hember ev êrîşê hevkar bê bersiv ne ma û bi çalakiyên xwe sekn û tavirê xwe nîşan dan. Dîsa li Başurê Kurdistan hember ev faalîyetên dagirkerê ciwanên welatparêz dijî dagirkerê û îxanetê rihê Ciwanên berxwedêr îspat kirin û bi çalakiyên xwe bersiv dan. Di Başûrê Kurdistan de destpêkê Ciwanên Şorşger û welatparêz, hemû berxwedêr û welatparêzê gelê xwe ev çalakiyê bihêz re faşizm û qirkirinê ku dixwaze hukim bike, di her derê de rihê Ciwantî ku rastîya Şehîdan girtine faşîzm xilas kirin, û banga têkoşînê birina Serkeftinê dikin.”