NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 17.05.2020’an de saet di 01.00’an de Gerînendetiya Mala Dirûtinê ya Artêşa Tirk a li Maltepeyê ya Stenbolê bi teknîkeke taybet bûye hedefa Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser. Piştî şewatê 30 wesayîtên leşkerî û avahiya 2 kat bûye xwelî. Artêşa Tirk wekî her carê li hemberî vê çalakiya me rastî veşartiye û derew kiriye. Li vê derê herî kêm 1500 leşker hebû û di dema çalakiyê de hin leşker û mirî ji aliyê yekîneya me ya hatiye bihîstin û leşkerekî jî di axaftina xwe qala hejmara miriyên li morgê kiriye.”
Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Wan rojan li navenda Enqereyê me li Roketsanê û îro jî me li Mala Dirûtinê ya Artêşa Tirk da. Artêşa Tirk a dagirker ya ku polîtîkaya mêtingeriyê dimeşîne wê tevî faşîzmê hesap bide. Li ku derê zilmek hebe Artêşa Tirk li wir e. Li Behra Reş, Egeyê li dijî gundiyan dibe jop, li Rojava tevî DAÎŞ’ê çeteyên cîhadîst çekdar dike û ji bombekirina Şemzînanê heta qetlkirina Hrant Dînk li her derê Artêşa Tirk heye. Vê hêza çekdar a faşîzmê ya ku tankên wê li ser gelê Kurd dibe mirin, singuya wan dibe zilm û goristanan bomberdûman dikin wê li hemberî hêza me ya çekdarî ya yekgirtî têk biçe.
Çalakiya me berdewamiya agirê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn e yên ku di 17’ê Gulana 1982’an de vêxistibûn. Wî agirê ku wan li Amedê vêxistibûn, îro li biryargeha Artêşa Tirk a li Maltepeya Stenbolê gur û geş dibe.
Çalakiya me alaya enternasyonalîst a Hakî Karer e yê ku di 18’ê Gulana 1977’an de nemir bûye.”