NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev dan diyar kirin:
“Însiyatîfa me li navçeya Konyaalti ya Entalyayê li golekê de keştiyek ya rêwiyan dan ber agir, şewatê di demek kurt de keştî kir xwelî.
Dîsa jî Însiyatîfa me heman rojê di derdora seat 23:00’an de, li navçeya Manavgat a Entalyayê depoyek ya plastîkan dan ber agir û depo bu xwelî. Şewata ku bi seatan berdewam kirî tirsek mezin gihande derdorê.
Însiyatîfa me di heman dîrokê de, li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê avahiya 4 kat ya ku mêtînger lê bi cîh dibûn, agir ji serbanî ve pêxistin û şewitandin. Şewatê li derdor rê li ber tirsê vekir û dûmana ku ji agir derketî gelek kes nexweş kirin.
Faşîzm û pêkhênerên faşîzmê dewleta TC û gelê Tirk bila bizanibin ku her êrîşên li Kurdistanê wê li bajarên wan, malên wan, li cihên kar, li dibistanan, li nexweşxaneyan… li hemû cihên jiyanê wê bi şewata agirê tolhildana gelê Kurdistanê berdewam bike. Her êrîşa dewleta TC ya li dijî îradeya azad ya gelê Kurdistanê bike, wê jî agirê me yê tolhildanê para xwe bigire.