STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a HBDH’ê encama çalakiya li Maltepeya Stenbolê weşand.
Di daxuyaniê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 17.05.2020’an de saet di 01.00’an de Gerînendetiya Mala Dirûtinê ya Artêşa Tirk a li Maltepeyê ya Stenbolê bi teknîkeke taybet bûye hedefa Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser. Piştî şewatê 30 wesayîtên leşkerî û avahiya 2 kat bûye xwelî. Artêşa Tirk wekî her carê li hemberî vê çalakiya me rastî veşartiye û derew kiriye. Li vê derê herî kêm 1500 leşker hebû. Yekîneya me tespît kiriye ku di çalakiyê de 18 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne. Ligel ku Hûlûsî Akar manîpulasyonan dike jî ev agahî di nav axaftinan leşkeran de hatiye diyarkirin.”