NAVENDA NÛÇEYAN – Hewldana 78’an a Amedê, têkildarî şehîdên meha gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şoreşgerên pêşêng ên kurd û tirk ku di vê mehê de şehîd bûne bi bîr anîn. Hewldanê, di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku meha gulanê ji bo gelê kurd meheke pîroz e û ji ber vê yekê meha gulanê weke Meha Şehîdan û hefteya ku rastî 18’ê Gulanê tê jî weke Heftaya Şehîdan diyar kiriye û hemû şehîdên şoreşa gelan bi bîr tîne.
Hewldanê, şoreşgerên kurd ên ku li Zîndana Amedê li hemberî zilm û înkara Derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bedena xwe dane ber agir û şehîd bûne Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner û şoreşgerên tirk ku hatine darvekirin bi bîr xist û destnîşan kir ku pergala dewletê bi van zext û darvekirinan xwestiye hêviya gelan a şoreşê bişkîne û têkoşîna şoreşê bifetisîne, lê negihiştiye armanca xwe.
Di berdewamê de Hewldanê, da zanîn ku îro jî pergala nîjadperest û hukumeta AKP-MHP’ê bi gefxwarina li civakê, dixwaze tevahiya civakê bixe bin kontrola xwe û ev tişt got: “Hêza tekane ku li hemberî pêkanînên AKP-MHP’ê çok naşikîne û serî natewîne, têkoşîna azadiya gelan a hevpar ku di pêşengiya gelê kurd de tê meşandin e. Ji ber vê rastiyê dibînin, vîna gel desteser dikin, destnedayîna parlementerên kurd radikin, qeyûman peywirdar dikin.”
Hewldanê, destnîşan kir ku dîroka têkoşîna azadiyê nîşan daye ku tu gefxwarin, zext, zor, înkar û êrîşkarî nikarin bi tekoşîna azadiya gelan paşde gav bidin avêtin û got ku ew ê ji bo têkoşîna hevpar a gelan li hemberî faşîzmê bi ser bikeve têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt bikin û bi biryardarî bimeşînin û ji bo vê yekê em ê têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê û hemû cûreyên faşîzmê ji xwe re bikin armanc û li ser vê bingehê bi biryardarî têkoşînê xurt bikin û bigihînin serkeftinê.