BİRADOST – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, herêma Bêrkeme, Çiyadol, Sinîn, Lolan û gundê Robiyan ya ser bi herêma Biradost a ser bi Hewlêrê, bi dijwarî bombebaran kirin.
Hêjayî gotinê di vê werza salê de, welatî di nava bax û baxçeyê xwe dene. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye yan na.
Liv û tevgera balafirên şer li herêm dewam dike.