BEHDÎNAN – Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagierker bombe li Herêma Balayan û Berwarî ya Behdînan û gundê Dergelê û bajarokê Kanîmasiyê barandin.
Li gorî nûçeyê, ji ber bomberdûmanê ziyanên madî pêk hatine, têkildarî detayên êrîşê jî agahiyên berfireh nehatin girtin.