DORTMÛND – Îbrahîm Demîr ê ji navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ku li Dortmûndê dima, şeva Şemiyê dema diçû mala xwe bû hedefa êrîşê.
Demîr ê ku bejna xwe 1.42 metre bû, li nêzî mala xwe bi lêdanê hate kuştin.
Îbrahîm Demîr nêzî 2 sal bû ku ji malbata xwe cuda bi tena serê xwe dima.
16’ê Gulanê serdana malbata xwe kir ku bi 700 metreyî dûrî mala wî bû.
Saet di 23:30’î de piştî ku ji gel dayika xwe çû, herî dawî li bufeyekê hate dîtin.
Xwediyê bufeyê diyar kir ku wî dît Îbrahîm bi muşteriyekî din re sohbet dike.
Îbrahîm Demîr li navenda Dortmûndê bi 300 metreyî dûrî mala xwe li devera Adlerstrasseyê bi şev saet di 01:05 de bû hedefa êrişê û bi lêdanê hate kuştin.
Piştî ku gilî hate kirin polîs û ambûlans hatin cihê bûyerê, lê Demîr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Şahidan diyar kirin ku kesekî bi pihînan li Demîr xistiye. Êrişkarê ku kamerayên kargehên li derdorê dîmenê wî kişand hate girtin.
Êrişkar Aşir Atalay (39) di lêpirsînê de li sûcê xwe mikur hat. Têkildarî sedema êrişê daxuyanî nehate dayin. Atalay wê bi rengekî girtî bê darizandin. Ji dîmenên Atalay ê li ser Facebookê weşandiye tê fêhmkirin ku yekî nîjadperest e.
Dayika Demîr Şahîze Demîr ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir ku ew pê hesiyabû dema dawî gef li kurê wê tê xwarin û dema got, “Dema ku min jê dipirsî, bersivek eşkere nedida min. Her carê hewl dida mijarê biguherîne. Lê herî dawî min zor da wî, wî jî beriya çend rojan got, ‘Dayê tu tevlî nebe, wê te bikujin’.”
Xwişka Demîr Hasret Demîr jî got, “Tiştekî nayê fêhmkirin. Îbrahîm yekî lawaz û bêparastin bû. Tiştek bi kesî nekir. Bi rengekî zalimane hate kuştin.”
Hasret Demîr diyar kir ku êrişkar Atalay hatiye girtin û got, “Parêzerê me bi dozger re axivî. Êrişkar sûcê xwe qebûl kiriye, wê bi rengekî girtî bê darizandin.”