KOBANÊ – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê de, du sivîl birîndar bûn. Heta niha jî topbaran didome. Herêmên rojavayê kantona Kobanê ji 4 aliyan ve rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker tê. Dagirker ji herêma Cerablusê êrişî herêmê dikin.