BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“13’ê Gulanê hêzên me li qada bajarokê Çaglayan ê Erzînganê li dijî wesayiteke bi tîpa transît a artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de derb li wesayita transît hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi 2 ambûlansan û wesayiteke zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
20’ê Gulanê saet di 17:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Sîda û Herfa T a li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”