STENBOL – Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û paşê hatibû hînbûn ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yê mayî yanî 261 cenaze jî li Goristana Kîlyosê ne. Lê belê dû re derket holê ku li Goristana Kîlyosê jî di bin peyareyekê de hatine veşartin.
Gava cenazeyê Cengîz Demîr û Huseyîn Doner radestî malbatên wan tên kirin, dîmen tên girtin. Dîmen di 2’yê Adarê de hatine girtin. Di dîmenan tê dîtin ku peywirdar qabên jimareya wan 6 û 9’ê ku cenazeyên Demîr û Doner têde ne derdixin û wan radestî malbatan dikin.
LI SER HEV HATINE VEŞARTIN
Cenazeyên 261 kesî di hundirê qabên plastîk de li ser dilê hev hatine veşartin. Gor ji 1’ê heya 18’an hatine nimarekirin û her gorek ji du qatan pêk tê. qabên hestî di hundirê wan de ne, dudo dudo li ser hev du hatine bicihkirin. Di nimareya 6’an de ku hatiye vekirin tenê 24 cenaze hene. Gor bi qasî 3 metreyan kûr hatine kolandin û bo tûxleyên ytong ji hev hatine veqetandin û ser wan bi du blokên betonî hatine girtin. Ji gorên hatine vekirin dixuyê ku yek jê di nav avê de maye.
BI NIGÊN XWE HESTIYAN TAHM DIDIN
Peywirdarekî goristanê ji bo qabên ku hestiyên Demîr û Doner têde ne bibîne qutiyên di gorê de hemûyan derdixe û ên din cardin dixe gorê. Gava dixe gorê jî wan dvêje ser hev. Gav wisa dike jî wan bi lingên xwe tahm dide. Li ser qabên ku hestî di wan de hejmareke morgê û hejmareke Saziya Tiba Edlî heye. Gava testa DNA’yê ya malbatan û hestiyan li hev derê, hestî li gor van nimareyan radestî malbatan tên kirin. Di dîmen de tê pirsîn, “Gelo gor hemû li vira hatine veşartin?” Peywira dibêje: “Belê.”
HESTIYÊN DEMÎR BIRINE LICÊ, YÊ DONER JÎ BIRINE BEDLÎSÊ
Cenazeyê Cengîz Demîr li gundê Fîsê yê Licêya Amedê û yê Huseyşn Doner jî li gundê wî yê girêdayî Xîzan a Bedlîsê hatiye veşartin.