SILÊMANÎ – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer, ji bo protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan û êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser goristanên şehîdan xwestin meşekî bi meşale li dar bixin. Meşa bi meşale ji alî asayîşê ve hat asteng kirin. Ciwanan li beramberî vê li ber Baxê Giştî ya Silêmanî daxuyaniyek dan.
Bi dehan ciwan tevlî çalakiyê bûn. Ciwanan bi nivîsa destan li ser paçekî spî nivîsa, ‘’Êrîşa li ser goristanên şehîdan berdewama tecrîda li ser Rêber APO ye’’. Ciwanan meşa vêxistin, fotoğrafên şehîdên meha Gulanê rakirin, al û posterên Rêber APO rakirin.
Daxuyaniya Ciwanan ji alî Kaneh Xelîl ve hat xwendin. Ciwanan di daxûyaniyê de diyar kir ku êrîşÊn goristan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Başurê Kurdistanê girêdayê tecrîda girankirî a li ser Rêber APO ye. Ciwanan da zanîn ku li beramber ev êrîşên li ser goristanan pêk tê wê bêdeng nemînin li her derê bi her cûre dengê xwe bilind bikin.
Ciwanan bê navber sloganên ‘’Azadî azadî bo Rêber APO azadî’’, ‘’Bijî Serok APO’’, ‘’Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’’ û ‘’ Şehîd Namirin’’ avêtin.
Daxuyanî bi staranên şoreşgerî û sloganan bi dawî bû.