ENQERE – Însyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya xwe ya 298’an de bi dîmeneke parvekirin daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.
Li ser navê însyatîfê endama Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî da, bibîr xist ku girtiyê nexweş Sebrî Kaya yê ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê roja hate berdan jiyana xwe ji dest da û got: “Ev mirinek bû dikariya pêşiya wê bê girtin, dikarîbû derfet bê avakirin ku bijî.”
Çevîrmen vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Can Demîr (59) ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê tê ragirtin. Çevîrmen diyar kir ku diviya bû Demîr ji Qanûna Înfazê sûd bigirta, 10-15 mahî ku du salên wî temam bibin ji ber îdîaname hate amadekirin, nehate berdan.
Çevîrmen got: “Bi şêwazekî lezgîn ji ber fitiqê hatiye emelyatkirin, 4-5 carî jî kirîza dil derbas kiriye û anjo bûye. Xwîn ji mîdeya wî çûye û ji mirinê vegeriyaye. Li gel van pirsgirêkên nexweşiyê nexweşiya tansyonê jî pêre peyda bûye.”
Çevîrmen anî ziman ku dema Demîr hate girtin û şûnde pirsgirêkên wê zêdetir bûne û hişyariya, “jiyana wî di xeteriyê de ye” da.