EDENE – Dewletê Tirk a dagirker êrîşê xwe hember zaroka û gel berdewam dike. Di demên dawî de pir cihên Kurdistanê û Tirkiyê de bi taybet zarokên Kurd hedef digrin û bi hinceta Korona lêdan û işkence ji alîyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin.
Li Edene jî zarokek 13 salî û bavê wê li ber malê xwe ji aliyê polîsên faşîst ên Tirk ve işkence li wan tê kirin. Dîmenên hatine parvekirin de, tê xuyakirin ku gelê li derdorê bertek nîşanî polîsan dide û polîsên Tirk ên dagirker jî guleyan ber bi hewa ve berdidin.