AMED – Meclîsa Ciwanên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Ametê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Meclîsa Rêveber a Ciwanên HDP’ê Metin Yılmaz, ewil bal kişand ser vîrûsa corona û diyar kir ku ji ber vîrûsê bi sed hezaran mirov mirin û wiha got: “Ev şewb, encama krîza pergala kapîtalîst e. Di vê pêvajoya ku teknolojî û zanist pêş ketiye, nedîtina çareseriyê mirovan dixe nava fikaran. Ev di heman demê de nîşan dide ku pergal dixwaze civakê têxe nava felaketan. Li Tirkiyeyê rewşa şewba vîrûsê bêtir xerab e. Miriyan vedişêre û çîrok û hişê serkeftinê pêş dixe. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê şewbê wekî lutfa Xwedê nîşan dide û li gorî berjewendiyên xwe dike firsend. Bi vê yekê muxalefeta civakî bincil dike û zextan li ser muxalefetê pêş dixe. Gavên sazîbûna faşîzmê diavêjin.”
ÇETE Û TECAWIZKAR HATIN BERDAN
Endamê Meclîsa Ciwanan Yilmaz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi derxistina zagona înfazê, çete, kujerên jinê, tacîz û tecawizkar serbest hatin berdan û wiha lê zêde kir: “Kesên wekî îqtîdarê nafikirin jî kirin hedef. Bi hezaran mirov di pêvajoya koronayê de nehatin berdan û bi mirinêre rû bi rû hatin hiştin. Çend roj berê aktivîstên jin ên li dijî tundiyê têdikoşin hatin girtin. Di vê pêvajoya corona de polîtîkayên îktîdarê herî zêde bandor li ser ciwanan kiriye. Di 20 salên îktîdarê de her dem polîtîkayên perçekirin û bişaftinê li ser ciwanan pêş xistine. Di hedefa faşîzmê de herî zêde hêza civakê ciwan hene. Dixwazin ciwan bê hevî û bê pêşeroj mezin bibin. Di pêvajoya corona de jiyana dijwar ji bo ciwanan bêtir dijwar kirine. Di pêvajoya corona de bêyî nerîn û fikra ciwanan bigire navber dane perwerdehiyê û mafê milyonan ciwanan ê perwerdehiyê desteser kirine. Ji dûrve perwerdehiyê didin û bi milyonan ciwanên ku derfetên wan ên înternetê tune. Bi milyonan ciwan ji ber bê derfetiyê nekaribûn xwebigînin xizmeta perwerdehiyê û mafê wan ê perwerdehiyê hatiye desteserkirin. Bi heman rengî xwendekarên zanîngehê jî mexdûr bûne. Li gorî lêkolînê ji sedî 63’ê xwendekaran li malên wan înternet tuneye. ”
Yilmaz, bal kişand ser zagona înfazê û wiha got: “Zagona Înfazê ku di meclîsê re derbas kirin ji ber cudakariyê ji vîrûsê bêtir talûke ye. Ji bo me vîrusa esil ev feraset bi xwe ye. Ev feraset bi salan e civakê û ciwanan jahrînî dike. Ev feraset çavkaniya xizanî, birçîbûn, cudakariyê ye. Em ciwan ji bo civakê ji vê feraseta vîrûsê xelas bikin em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî mezin bikin.”