NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Rojnewsê, êrîş şeva Sêşemê saet derdorî 23:30’î pêk hatiye. Qeymeqamê Mawata jî êrîş piştrast kir.
Hate ragihandin ku drona Tirk li gundê Sefre wesayîtek û nexweşxaneya gund bombe kiriye. Hate ragihandin ku yên di wesayîtê de hatine bombekirin mirine, lê têkildarî hejmar û nasname agahiyên zelal nehatine girtin.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Tirk jî ragihand ku bi balafirên keşfê êrîşek pêk anîne.
Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ti daxuyaniyek nedane.
Vê Çarşemê jî di saetên nîvroyê de li ser heman herêmê balafirên keşfê geriyabûn.