AMED – Di pêvajoya corona de polîs û bekçiyan li Amedê bi tundî welatiyek li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Polîsên Tirk ên dagirker û bekçiyan li Kolana Ekinciler a Ofîsa Amedê welatiyek li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Welatiyê rastî gef, tundî û neheqiyên polîs û bekçiyan hat, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan berê li Nisebîn, Edîrne, Cizîr, Edene û gelek cihên bi lêdanê welatî binçav kiribûn.