AMED – Li Navçeyê Rêzanê a girêdayî Amedê di kolanê Sakarya de, hemberê polîsên dewleta Tirk a dagirker çalakiya bi sîlah pêk hat.
Hat diyarkirin ku di çalakiyê de polîsê bi navê A.A. birîndar bû. Polîsê bîrîndar rakirin servîsa acil a Nexweşxaneya Taybet ya Sultan. Polîsê dagirker di nexweşxanê de mir.
Piştî bûyerê di herêmê de tedbîrên ewlekarî di asta herî bilind de hate girtin, gelek wesayîtên zirxî hatin bi cihkirin. Polîsên dagirker di bexçê nexweşxaneyekê taybet a taxê de lêkolîn dest pê kirin. Di taxê de pir tevgerê helîkopter heye, oparasyon hate dest pêkirin.