NAVENDA NÛÇEYAN
Dema mirov li sedsala 21’emîn dişopîne, mirov digihe armancekî wisa ku heqîqeta jiyanê di bin siya zekaya sûnî de û di bin siya kapîtalîzmê de faşîzm ê ku çavkaniya wê ye, çav berdaye jiyana mirovan a ku bi aqilê civakê were avakirin. Bi kaos û aloziyên ku niha him li Rojhilata Navîn û him jî li tevahî cîhanê tê jiyankirin, dixwaze jiyanekê bê hevkarî, lîberal û takekesî bide avakirin. Bê guman yê ku herî zêde ji vê sûd bigre jî faşîzm e. Niha ew dewlet-netewên ku niha li ber xwe didin bi faşîzm dixwaze emrê xwe dirêj bikin û xwe mezin bikin. Ew jî dema firsendek biçûk dikeve destê wî dixwaze binirxîne û bê guman jî di vê vesazkirina cîhanê de di xalên esasî yên ku divê mirov baş fêm bike û nas bike hene. Yek jê armanckirina jiyana xwezayî ye, ya dûyemîn jî armanckirina desthilatdariyekî ku bikaribe bi faşîzmê cîhanê bixe bin serweriya xwe ye. Ji ber van daxwaz û armancên xwe, cih nade fikr û ramanên cûda. Armanca wê ew e ku bikaribe xwe ferz bike û bi taybet jî jiyanê bitewizîne. Dema jiyan ditewize berhemên xwezayî û berhemên jiyanî nikarin derkevin pêş. Bi vê awayê bêyî jiyanekê demokratîk û jiyanekê ku netewên din di nav de hebin tê armanckirin. Niha yên ku di serî de vê yekê bi hevkariya Emerîqayê dimeşîne faşîzma Dewleta Tirk û hêzên global ên ku niha dixwazin li Rojhilata Navîn vesazkirinekê nû pêkbînin e. Di rewşa ku niha ew dijîn de, bi çavsoriyekê êrişî gelan dike û dixwaze ji rewş û aloziyên heyî sûd bigre. Lê niha di heqîqeta wê de rewşekî din heye. Ev rewş jî hinek tiştên ku di jiyanê de heye, hîmên ku mirovahî xwe li ser ava dike û jiyan dike pişt gûh dike. Vê ya jî bi rêya avakerê jiyanê ango jinê ji jiyanê dûrxistinê dixwaze pêk bîne. Ger hêza avaker ê cîhanê ji holê were rakirin dê ew nîvçe bimîne. Lewra jî pergal niha dixwaze jiyanekê nîvçe ava bike. Ji ber wê jî herî zêde êrişên tûndî li ser jinê pêk tên û bi vê awayê li ser jiyanê tên pêkanîn. Ev jî bi rêya zekaya çêker tê pêkanîn. Bi vê rêyê dixwaze ew hêza çandî ya ku hîmê jiyanê avadike û pêşengiya wê dike bi rizandinê re rû bi rû bihêle. Ji ber wê di roja me ya îro de, bi taybet pergala kapîtalîzmê jinê weke metayekê bikar anî û her demê xwest vêya tenê bikar bîne, bide şixûlandin. Lê, rastiyekê wisa di xwezayê de jî heye û di mirov de jî heye ku dema tu zindiyek her tim bi pelçiwandinê re rû bi rû bimîne, ew her tim berxwedaniyê hildibijêre. Ji ber ku ger ti hebûna tiştekî tune bikî ew jî ji bo bikaribe hebûna xwe bidomîne bê guman bi hemu hêza xwe û hucreyên bedena xwe dê berxwedaniyê bike.
Ya rastî jin ne tenê bi tûndiyê re rû bi rû ye. Jin ji aliyê pergalê ve bi wendakirina xulikdariya xwe re rû bi rû ye. Ger mirov bi awayekî kûr dîrokê bişopîne dê bibîne ku çawa Marduk li hemberî Tîamat heman rêbazê bikar anî, ya rastî îro jî êrişên ku li ser bedena jin pêk tê bi heman awayê ye. Dîsa pergal dixwaze bedena jin parçe bike, wê ji zihnê wê dûr bixe. Çawa ku di wê serdemê de dixwestin berhemên jinê, keda jinê jê bidizin; niha di roja me ya îro de jî heman rêbaz tê şixûlandin. Bi destavêtin, tunekirin, hişa wê wendakirin û tunekirina xulikdariya wê re rû bi rû tê hiştin. Lê van hemuyan encam negirtiye. Dema ku mirov li dîrokê dinêre, mirov ji wir jî fêm dike ku ev rêbaz nikare ser bikeve.
Di vê pêvajoyê de him nexweşiya koronayê, him tûndiya li ser jinê û feraseta pergala kapîtalîzmê bi hev re dimeşin. Tê dîtin ku bi rêbazên cûda erişên xwe li ser xweza, jin, jiyan û tevahî mirovahiyê dimeşînin. Niha xweza bi vê nexweşiya koronayê re tola xwe ji desthilatdariya pergala kapîtalîzmê radike. Ji ber ku xweza zindî ye, ew jî di nava guhartin û veguhartinê de ye. Rewşên xwezayî yen di roja me de tên jiyîn, ya rastî tolhildana xwezayê ye. Xweza jî xwedî rih û hiş e, ji ber vê yekê li hemberî êrişên li dijî xwe tê pêkanîn jî berxwedaniyekê dimeşîne. Ev nexweşiya li tevahî dinê belav dibe û xeteriyeke mezin dihewîne jî ji aliyê heman feraseta pergala kapîtalîzmê hatiye çêkirin. Jin jî parçeyekî herî bi xwezayê re girêdayî ye. Wekê ku Rêber APO jî di pareznameyên xwe de diyar dike ku ‘pergala kapîtalîzmê weke pênceşêrê ye’ ev rastî di roja me ya îro de bi her alî xwe nîşan dide. Li hemberî vê pergala bi nexweşî jî Rêber APO wekê alternatîf ‘pergala demokratîk û ekolojîk’ nîşan da. Di bingehê netewa demokrataîk de manewiyat heye. Manewiyat jî dihêle ku tiştên di bingehê jiyanê de heye wêya çêbike. Pergala ku îro xwe ferz dike û bi hemu aliyan civakê bê manewiyat dihêle, di bingehê wê aqilê civakê, aqilê jinê nehesibandin heye.
Li hemberî van êrişên pergala kapîtalîzmê jin, civak û xweza bê gûman di nav berxwedaniyekî de ne. Pergal dema dixwaze netewekî ango civakekî ji holê rabike di serî de berê xwe dide jin û dixwaze bi tûnekirina jinê vêya ser bixe. Li hemberî van êrişên pergalê rêya çareseriyê û him jî antîvîrusa vê nexweşiyê hevgirtin e. Ev jî bi jiyana ekolojîk ve gengaz e û jiyana ekolojîk antîvîrusa vê nexweşiyê ye. Ji bo vê felsefeya jiyana manewî û jiyana hevbeş tiştên herî girîng in. Herî zêde jî tê xwestin ku di însan de bê hêvîtî were avakirin. Li hemberî bêhêvitiya tê xwestin were avakirin, ji bo civaka komunal û demokratîk were avakirin pêşengiya jin û civakan pir girîng e. Bi pêşengiya jin û civakan ev nexweşiya ku ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve tê avakirin û tê belavkirin dikare bin bikeve, ev yek jî bê guman bi binkeftina pergala kapîtalîzmê ve girêdayî ye. Bi qasî ku pergala heyî ya kapîtalîzmê ku mirovan ji hebûna xwe dûr dixwe wan dike hebûnekê bê wate, were rûxandin; dê ev nexweşî jî were çareserkirin û gelan jî bigehijin azadiya xwe gehiştina hebûna xwe û bi watebûna hebûna xwe.
Meryem Kobanê
Çavkanî: https://pajk.org/