EFRÎN – Li Efrînê dewleta TC û çeteyên wê yên bi pere îmza xwe li wehşiyetê xistin, pir tiştên dervayê mirovahî kirin, niha jî Jin ji xwe re hedef digirin.
Dagirkeran berî salekê û nîv li navçeyê Şerayê Jinekê Ciwan a bi navê Valentîna Mustafa Hesen Arslan (23) dema ji gundê Dêrwîş diçû gundê Meydanekê revandin.
Dayika Jinê Ciwan Semîra Hisên Reşo dest nîşan kir ku keçika wê dema diçû mala hevjînê xwe a gundê Meydanekê de hatiye revandin û di wê demê de yek kesî malbatê xwe a ku li Stanbolê jiyan dike re bi telefonê axivî.
Nêzîkê 8 mehe agahî ji Jina Ciwan nayê girtin.
Dîsa di agahiyên hatî de hate gotin ku Jinên Kurd di zindana ku tê de tên girtin cil ji wan re nayê dayîn û jin bi darê zorê tazî tên gerandin. Qirkirinê ku hemberî Kurdan a ji aliyê siyasî, Fîzîkê û manewî ve pêk tê bê guman ne normal e. Serkeftinên bi berxwedaniya Jinên Kurd hatiye bi dest xistin, li aliyekî din Şoreşa Jin a tê bi nav kirin Şoreşa Rojava di hundirê wê de bi taybet Jin tê hedefgiritin bi riya bûyerên revandinê û hwd… da ku îradeya jin bişkînin û jinê ji tevgera azadiyê dûr bixin, bi kar anîna laşê jin dixwazin wan biçûk bixin.