SILÊMANÎ – Roja Zarokan a Navneteweyî di 1925’an de li bajarê Swêsre Cenevre yê di Konferansa ji bo Rehetiya Zarokan di Cîhan de derketiye. Di wê demê de 54 dewlet tevlî ev Konferans bûye û di Konferansê de, di Danezana Parastina Zarokan de hatiye qebûl kirin. Ji wê rojê şûnve ji bo hestên hevpar avabibe, netew di aştiyê de bijî ev roj hatiye îlan kirin. Piştî Konferansê gelek dewlet ji bo balê bikşîne li ser pirsgirêka zarokan rojekî ji bo zarokan hatiye diyar kirin. Di dîroka 1’ê Hezîranê di 21 dewletan de û di cîhanê de ji bo rojekî ku ji bo zarokan tê zanîn ev dîrok e.
Di danezanê de qaşo li ser hîzantî, Karkertiya zarokan, perwerde yê hatiye sekinandin lê ji wê pêvajoyê û vir ve zarok her ji derveyî hebûna xwe ji bo berjewendiya pergala qirêj hatiye bikaranîn.
Li ser sala 1925’an 95 sal derbas bûye. Em îro berê xwe didin rewşa zarokan, zarok divê li kuderê be lê zarok li kuderê ye?
Di Cîhanê de Zarok;
Zarok li bê îstîsna li her dewletê ji bo pergala Kapîtalîzmê bûye karkerê erzan. Zarok êdî ji bo pergalê hêza karê ye. Zarok ji xwezaya xwe tê dûr xistin û bi darê zorê, bi pereyek pir erzan tê xebitandin. Di gotinek din tê îstîsmar kirin.
Zarok bi vê ji mafê xwe yê herî bingehîn ji perwerde tê dûr xistin.
Zarok, bê îradeya xwe bi agahiya zewacê tê zewackirin. Di esas de dîsa tê îstîsmar kirin. Ji hemû mafê xwe ji dest tê girtin û bê fam bi jiyanekî din re mecbûr dimîne ku bijî. Mînaka zarokan pê re, zarok ji çarkên pergalê bi zivire bi her awayî bi hovane tê xebitandin.
Li Rojhilata Navîn Zarok; Karkertî, bi darê zorê an bê agahî zewac, ji perwerdeyê dûr, bi fikrên qirêj di şer de dayîna kar kirin, bi şer koçberî…
Zarok li Rojhilata Navîn herî pir bi derketina şeran bandor dibe û ji bajar û welatên xwe dûr dikevin. Bi wê temenên xweyê piçûk de dikeve pê nan. Dikeve pê karê ku nikare bike. Koçberî jiyana wî carekî de diguhere. Mahkûmê jiyana mezinan tên kirin.
Îro jî li gor diyar kirina 54 dewletan Roja Zarokên Cîhanê bû. Lê agahîyan jî jê ne rojê ne jî ji roja xwe.
Lê demekî dirêj e Jinên Ciwan ên Tekoşer li Başurê Kurdistanê li ser zarokan kar û xebat dike. Demên dawî jî dest bi lêkolînê kiriye. Di vî mijarê de taybetmendiya Başurê Kurdistanê, ji ber rewşa şerê ku pergala qirêj li Rojhilata Navîn derxistiye wek Irak, Suriye, Rojavayê Kurdistanê yê ku ji şeran koçberî Başurê Kurdistanê bûye. Ji ber vê rewşê Jinên Ciwan ên Tekoşer li ser vî mijarê lêkolîn, kar û xebatê xwe didomîne.
Jinên Ciwan ên Tekoşer îro jî ev roj ji bo zarokan re eleqederbûn naskirin û lîstok belavkirin plan kir û li kolanên Silêmanî bi zarokan re dem derbas kir û xelat de zarokên karker.
Ev xebat ji alî 7 endamên Jinên Ciwan hat meşandin û ji dehan zarokên karker ra lîstok hat dayîn. Li kolan û bazarên Silêmanî temenê wan 6 heta 18 bi hezaran zarokên karker tê xebitandin. Di nav van zarokan de gelek zarokên keç hene. Piraniya zarokan erebên Irak û Suriye ne. Di navê zarokên Kurd jî hene. Endamên Jinên Ciwan ji seatên sibehê heta ber vî êvarê bi dehan zarokên karker re dem derbaskir. Hemû zarok jî ji ber şer û ji ber rewşa aboriyê koçber bûne. Derfetên perwerdeyê nabîne. Zarok di axaftinê de gelemperî ji bo çi kar dike, nizane.
Di vê çarçoveyê de xebatên Jinên Ciwan ên Tekoşer ji bo zarokên karker, ji bo zarokên ku derfetê perwerdeyê nabîne û zarokên ku tê zewicandin xebatên cur bi cur tê meşandin.