NAVENDA NÛÇEYAN – YPS û YPS-JIN’ê derheqê êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk ên li ser Kurdan a bi rêveberiya AKP-MHP’ê hate bibîrxistin û hate gotin, ”Desthilata dewleta Tirk, Hikûmeta çete ya AKP-MHP’ê bi rêbazên herî kirêt ku di ti sincî de cih jê re nîne, siyaseta qirkirina dike. Berê xwe dide hemû nirxên Kuran, nîjatperestiya herî mezin a vê sedsalê dike.”
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya mêtinger a Tirk a li ser gorên gerîlayên azadiya Kurdistanê hate bibîrxistin û hate gotin, ”Vê dijminatiyê sond xwariye ku gorên Kurdan jî ji holê rake. Tê zanîn ku gewherya dewleta TC’ê ya faşîst ev e. Dijminatiyê li ziman, nasname, çanda Kurdan dike, û çi tiştê ku têkilî Kurdan hene, dijminatiyê li van hemû nirxan dike.”
YPS û YPS-JIN’ê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan bi bîr xist, ku Çakan ji bo ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir hatibû kuştin û got, ”Ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çaan bi êrîşeke nîjatperest hate kuştin. Pêşî li Edene, ciwanekî Kurd ê Rojavayî ji hêla polîsan ve, ji bo ku Kurdistanîbû hate kuştin. Dewleta Tirk li her deverê nîjatperestiyê dike”.
YPS û YPS’ê banga berxwedanê kir û got, ”Gelê Kurd li dijî nîjaperestiya dewleta Tirk li her deverê divê li ber xwe bide. Têkoşîna mafdar a gelan bi berxwedanê bi ser dikeve” û hate gotin, ”Berxwedaniya Kurdan ku ji bo hemû cîhanêbûye hêvî, divê mîna berxwedana gelên cîhanê geş û gur û wêrek be.”
Bi berdewamî hate gotin, ”Bêdengiya li bara komkujiyên dewleta TC’ê hevkariya li komkujiyan e. Gelê Kurd li dijî van êrîşên nîjatperest divê li her deverê bi refleksa xweparastinê bersivê bide.”
Koordînasyona YPS’ê û YPS-JIN’ê herî dawî wiha got:
”Li dijî dewleta Tirk ku dixwaze hebûna xwe li ser nebûna gelê Kurd ava bike, em yekîneyên xweparastina Kurditanê bi rêbazên herî radîkal, li kuçe û kolan em ê li pêşiya faşîzmê rawestin. Em ê hesabê hewce ji vê faşîzmê û mêtingeriyê bistînin. Em ê tola komkujiyên li ser Kurdan bistînin. Em ê tola Bariş Çakan bistînin.’
Em bang li hemû yekîneyên li Bakurê Kurdistanê û li metropolên Tirkiyê dikin ku li dijî faşîzma TC’ê û nîjatperestiyê têkoşînê geş bikin û pêngava tolhildanê gur bikin.”