SILÊMANÎ – Wezareta Karê Hindir ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî qedexeya hatin û çûyînê, li seranserê Herêma Kurdistanê ragihand. Qedexe ji 1’ê Hezîranê heya 6’ê Hezîranê dewam dike.
Nerazîbûnên hemberî qedexeyê her ku diçe zêde dibe. Komek welatî û esnafên bajarê Silêmaniyê, di saetên sibehê de li dijî girtina bazar û dikanên xwe daketin kolanan û çalakiyek lidarxistin. Piştî saetên nîvro mamosta û karmendên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşandan.
Ji beriya çend kêliyan jî hêzên asayîşê bi bombeyên gazê û cobên elektrîklî êriş birin ser xwepêşanderan. Gelek xwepêşander hatin binçavkirin.
Niha komek ji xwepêşanderan ber bi Cadeya Salim ve birêketine û beşa din jî ber bi Cadeya Mewlawî ve ketine meşê. Çalakvan diyar dikin ewê xwepêşandana xwe berdewamkin. Aloziya dinavbera polîs û çalakvanan de berdewame.
Hêjayî gotinê ye bi heman armancê duh bi şev, li navçeya Derbendîxan, Ranye, Qeladizê jî welatî û esnaf daketibûn kolanan û çalakî lidarxistibûn.