BEHDÎNAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di bernameya Rojeva Welat a Stêrk Tv’yê de li ser rojeva heyî bersiv da pirsên rojnamevan Mehtap Orak. Avesta, li ser pêngava 1’ê Hezîranê, berdewamkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurdistanê, kiryarên bêexlaqî yên li dijî goristan û cenazeyên gerîlayên azadiyê, têkoşîna jinên Kurd û ya li heremê, dîsa aloziya Zînî Wertê, girîngiya Yekîtiya Neteweyî, çalakiyên li dijî faşîzmê de sekinî.
DI VÊ PÊNGAVÊ DE GERÎLAYÊN AZADIYÊ RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST
Avesta diyar kir ku pêngava 1’ê Hezîranê di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi qasî 15’ê Tebaxê pêngaveke girîng e û got, “Pêngava 1’ê Hezîranê avakirina neteweya demokratîk, azadiya jin û azadiya gelan misoger kir. Destpêkê pêngava 1’ê Hezîranê li tevahî gelê Kurdistanê, gerîlayên azadiyê û li gelê heremê pîroz dikim. Şehîdên pêngava 1’ê Hezîranê di şexsê fermandara me ya YJA-Starê rêheval Zîn Cîzre de, tevahî şehîdan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Pêngava 1’ê Hezîranê di dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê û ya gelê heremê de, cihekî girîng girtiye. Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurdistanê û gelên azadîxwaz de çawa ku cihe xwe girtibe, heman demê pêngava 1’ê Hezîranê jî xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Ji pêngava 1’ê Hezîranê heya niha, me bi hezaran şehîd dan. Lehengên vî gelî bi nirxekî mezin heya 2020’an pêngavê hîna jî didomînin. Çima pêwistî bi pêngaveke wisa çêbû? Bêguman ev gelek caran tê şîrovekirin. Di 1999’an de dema komploya navdewletî li dijî Rêber Apo çêbû, piştî demekê Rêber Apo ji bo pêvajoyeke cûda li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û li heremê pêş bikeve, gerîlayên azadiyê di 2’ê Tebaxa 1999’an de derketin derveyî sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Heta pêngava 1’ê Hezîranê gerîla bi fedakariyeke mezin, ji bo ku pêvajo pêş bikeve têkoşîna xwe rawestand. Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bi hemû awayî xwestin pêvajoyê pêş bixînin. Lê bes dewleta faşîst, hikumeta AKP’ê ya ku hina jî li ser hikum e, tu gav neavêtin. Berevajî wê bi hêzên navdewletî re yên ku komploya navneteweyî pêk anîn, xwestin careke din komployê dubare bikin. Xwestin vê carê Tevgera Azadiyê ji hindur tasfiye bikin. Di nava tevgera me de jî kesên xiyanetkar û tasfiyekar hebûn, ev kes li bendê bûn ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tune bibe.
Pêngava 1’ê Hezîranê li hemberî vê pêş ket. Him hêzên komploger ew daxwaziyên wan vala derxistin nehişt ku komplo bigihije armancê xwe, di heman demê de jî hêzên tasfiyekar hatin tasfiyekirin. Milê birdozî, wekî rêxistinî û felsefî di xeta Rêber Apo de têkoşîn hate bilindkirin. Pêngava 1’ê Hezîranê pêngava azadiyê ye, ya berxwedanê ye, a têkoşîn bilindkirinê ye û ya avakirina netewa demokratîk e. Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka me de hebûna Kurd da diyarkirin. Bi rengekî din ew înkara ku li ser Kurdan ferz dikirin bi berxwedaneke mezin û bi kedeke bêhempa hate pûçkirin. Pêngava 1’ê Hezîranê jî di avakirina neteweya demokratîk û azadiya jin, azadiya gela misoger kir. Ji ber vê pêngavê 1’ê Hezîranê heya îroj ji fermandar Egîd heya di pêngava 1’ê Hezîranê kedeke mezin da, amadekariya wî de cihe xwe girt rêheval Erdal (Engîn Sîncar) û dîsa ji Adilan bigire heya Nûdayan, ji Ferhatan bigire heya Gulbiharan, ji rêheval Delal bigire herî dawî rêheval Zîn, ev heval bûn rih û mejiyê pêngava 1’ê Hezîranê. Îro di vî pêngavê de gerîlayê azadiyê rûmeta tevahî mirovahîyê parastin. Ger ku pêngava 1’ê Hezîranê nebûya û gerîlayê azadiyê carekî din ev têkoşîn bilind nekira belayeke wek DAÎŞ’ê ya di 2014’an de li Rojhilata Navîn belav bû, dê belavî hemû cîhan bûya û mirovahî dê di bin xetereyeke mezin de bûya. Pêngava 1’ê Heziranê ku heya roja îro berdewam dike, mirovahî deyndarê vê pêngav û pêvajoyê ye. Em jî weke tevahî gelê Kurdistan û Tevgera Azadiyê xeta pêngava 1’ê Hezîranê de hîn zêdetir têkoşîn bilindkirin, hemî awayî di vî xetê de azadiya xwe misogerkirin ji bo na me hedefeke esasî ye.”
Sozdar Avesta, di nirxandinên xwe yê li ser tecrîda li Îmralî diyar kir ku heman şêwaz niha li ser zindanan tevahî heye û wisa domand;
“Tecrîd her tim berdewam kir. Qet nehatiye rawestandin. Rêber Apo di bin wî şertê giran yê tecrîtê jî pêngavên dîrokî, ên stratejîk ji bo gelan pêş xist. Armanca tecrîda li Îmralî divê ku baş bê fêmkirin. Îmralî cihekî ji rêzê nîn e. Îmralî bi destên hêzên komploger hatiye amadekirin. Ji 2015’an û vir ve dewleta Tirk ji vê helwestê hêzên komploger hîn zêdetîr sûd wergirt û di Îmralî de tecrîd girantir kir. Tecrîd wekî gotin li hemberî Îmralî lewaz dimîne. Di şexsê Rêber Apo de li girava Îmralî û tevahî zindanan bi tunekirinê re rû bi rû bihêlin. Ev êrîşên ku AKP-MHP dide meşandin li ser Îmralî bi temamî tunekirina nirxên gelê Kurdistan di şexsê Rêber Apo de ye. Faşîzma AKP-MHP sînor derbas kiriye. Vê hêza xwe ji ku digire? Ji hêzên komploger, ji hêzên navnetewî, saziyên wekî CPT digirin. Ev sazî bi tu awayî li hemberî van kiryarên dewleta Tirk helwest negirtine. Axaftina telefonê ya bi 20 deqîqeyan, tenê ev êrîşên ku dike di raya cihanî de xwe rewa bide nîşandan bû. Nexweşiya Korona heye hevdîtin nabe, ji bo vê bi telefonê da axaftin, vana hemû xapandin e. Bi taybetî kiryarên niha AKP-MHP di şexsê Rêber Apo de didin meşandin de li ser zindana, li ser gelê me hîn zêdetir pêş dikeve. Rewş li Îmralî çibe li zindana jî heman rengî ye. Heta ku tecrîd hebe faşîzm hîn dijwarî wê berdewam bike. Şikandina tecrîdê tenê ne erkê gelê Kurdistanê ye. Tenê ne erkê tevgera azadiyê ye. Erkê hemû mirovatîyê ye. Têkbirina faşîzma AKP’ê erka hemû mirovên azadîxwaz û hêzên demokratîk in. Şikandina tecrîdê azadiya gelan dê misoger bike.”
Avesta diyar kir ku hişmendiya berê ya 12’ê Îlonê çi be îro hîn xeraptir di meriyetê de ye. Nêzîkatiya bêexlaqî ya li ser goristan û termên şehîdan ya li Kîlyosê wek êrîşeke li ser biryara tunekirinê nirxên gelê Kurd bi nav kir û bal kişand ser xeteriyên pêş. Avesta got ku, “Li hemberî gelan û taybetî jî di şexsê gelê Kurdistanê de êrîşeke piralî dimeşe. Êrîş tevahî li ser rûmeta gelan tên meşandin. Li ser nirxên pîroz tê meşandin. 45 sal in berdelên pir biha hatiye avakirin, ser van tê meşandin. Êrîşa li ser goristanan, êrîşa li ser zindanan, dîsa êrîşa li ser nirxên mirovahiyê. Bi taybet dixwaze civakê bêhiş bihêle. Tiştên wisa bi civakê bike ku xwe ji bîr bike. Hişê wî dixwaze tune bike. Hişê mirovahiyê di şexsê têkoşîna azadiyê tune bike. Ji ber ku vî 45 salê de têkoşîna azadiya gelê Kurdistan, di şexsê van lehengên azadiyê de dîroka bi hezaran salan a desthilatdariya baviksalarî deşîfre kir. Bi hişmendiya wê re têkoşîneke stratejîk da meşandin. Ev civaka ku bêrêxistin bû, ji bo azadiya xwe karekî nedikir û neketibûn xeta azadiyê tevgera azadiyê vaya pêşxist. Kî/ê pêşengtiya vî kir? Şehîdan kir, ê ku li zindanan li ber xwe didin wan kir. Di şexsê Rêber Apo de vana pêşengtî kir. Evana rûmeta civak, jin û a Kurdistan û gelê Kurd parastin. Di civakê de ev mirovên herî xwedî sinc, xwedî nirx, pêşketî û zana ne. Ê ku bi hemû awayî bi zanebûn li hemberî vî pergalê rabûn ev kes bûn. Ji bo vê jî niha hêrsa xwe li ser wan derdixin. Berî niha çi digot? Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Niha jî dibêje Kurdê mirî baş be divê ew jî tune be. Divê nirxê Kurd tunebe. Berê jî di felsefa dagirkeriya dewleta Tirk de dihate gotin ku “Ez ê koka wan ji holê rakim.” Kok rakirin ev e. Ev jî felsefa faşîzma Erdogan e. Erdogan bi vî fikrî hatiye ser erk û ji bo vî jî erka wî tunekirina nirxên Kurd e. Di cihanê de kesekî/ê tiştekî wisa didîte ku tu rabe hestiya şehîda pakêt bike û ji dayika wî re rêke? Tu rabe navê wî/ê ku li ser kêlê daniye bişkîne? Dîsa here ji serî bigire û erdê ve bikşîne? Vana hemû dike.
YÊN KU ÇAVÊ XWE DIGIRIN DOR TÊ SER WAN JÎ
Çapemeniya di bin destê desthilatdariyê de ye, ew çapemeniya xwe firotî, bê exlaq ku beriya 2 roj li Emerîqa polîsekî mirovekî çerm reş dikuje, ku em wê cûdatiyê jî şermezar dikin lê AKP bi dehên caran e li pêşiya kamerayan destê zarokê Kurd şikand. Zarokê 3 salî qetil kir. Ben xist stûyê gerîla li kolana Nisêbîn û Cizîrê bi erdê ve kişand. Lê li hemberî vî tiştî gotinek jî nekirin. Ew dîmen nedan. Hemû kes li hemberî wan bêdeng man. Ne min bihistiye, ne min dîtiye û ne jî ez dibêjim. Ji bo vê bêdengiyê nirxan dixwaze ji holê rake. Divê her kes vêya baş bizanibe. Destpêkê gelê Kurdistanê, li vî nirxê xwe xwedî derketin rûmeta xwe xwedî derketine, li xwe xwedî derketin e, hebûna xwe xwedî derketin e. Îro xwedîderketina li cenazeyê xwe, xwedîderketina li cihên baweriyê ye. Êrîşî cihê îbadeta Elewiyan tê kirin. Êrîşî Weqfa Hrant Dînk tê kirin.Ên ku çavên xwe ji nirxên gelê Kurd re digrin, dor tê wan jî. Êrîşên li ser van goristanên şehîdan û kiryarên tên kirin divê tenê li ser gelê Kurd nemîne. Li hemberî vî divê xwedî helwest û têkoşîn be, heya dawî li hemberî vî hevgirtî be. Lê belê, divê her kes bizanibe ew rûmetên tevahî mirovahiyê ne. Em bi wan serbilind in. Wekî ku dayikên me jî dibêjin, ew nikarin vê vînê bişkînin. Dayîk dibêjin ‘Zarokên me heya di mezelan de li ber xwe didin.’ Ez tevahî dayîkên van şehîdan, taybet ên ku bi van êrîşan re rû bi rû mane û ê ku dilê wan êşandine, bi hurmet silav dikim, hemûyan himbêz dikim. Bila bizanibin ew dayîkên herî birûmet in. Ji ber ku ewladên wisa ku anîne dinê û mezin kirine. Ew ewladên wan bûne tirsa xofa mezin ya dijmin. Ku çawa dijmin bi van kiryarên xwe rêzîl û rûsfa dike ji hebûna wan mezelan ditirse. Di dilê gelê Kurdistan û di dilê mirovatiyê de bi herfên zêrîn û azad di dîrokê de hatine nivisandin. Kes nikare wana ji mejî û dilê gel derxîne. Li gorî vî rastiyê divê xwedî li şehîdan derkevin.
SEDEMA TÊKOŞÎNÊ JI HER ROJÊ ZÊDETIR E
Çetên DAÎŞ’ê çawa ku li Şengalê bi hemû awayî dîrokek xwestin tune bikin. Dîsa li Efrînê dîroka Kurd tune bikin. Li bakurê Kurdistanê civaka Êzîdî mezelên wan bi erdê re kirin yek. Yên gelê Elewî wisa dikin. Nexwe êrîş giştî ye. Êrîş li ser civakê ye. Li ser nirxê pîroz e. Nirxê herî pîroz canê xwe dayîn e. Ev mirov bi zanebûn ketin rêka têkoşînê. Ji bo feraseta faşîzm ji holê rakin derketin serê çiya. Ji bo vî şehîd ketin. Sedema têkoşînkirinê îro ji her demê zêdetir e. Divê herkes xwedî li van rûmetên xwe derkeve. Divê tu astengiya jî nas nekin. Şehîd nirxên vê têkoşînê ne û tu carî nikarin şehîdan ji dilê gel derxînin. Ji şehîdgeha Xerzanê derxistin birin li Stenbolê di kêleka rê de li ser hev danîn. Dê gelê Kurdistanê vê ji bîr neke. Ê ku xwedî rûmet in serî de jin û ciwan dê hesabê vî yek bi yek bipirsin. Ew ê li hemberî dîrokê hesabên xwe bidin. Ev têkoşîna azadiyê di xeta şehîdan de wê hesap ji faşîzma AKP-MHP bipirse û dipirse jî. Lê divê bi tevahî gel vê bibînin û li hemberî vê bêrûmetiyê bêdeng nemînin.”
Sozdar Avesta, rewşa girtiyên azadiyê û yên nexweş nirxand û got, zindan ji kesên tecawîzkar, çete û qatîlan vala kirin, ji nû ve bi Kurdan tijî dikin û domand;
“Êrîşê wan li ser zindana hatiye lûtkeya herî jor. Beriya vî çend rojan dîlê azadiyê ya nexweş rêzdar Sabrî Kaya şehîd ket. Berî vî bi 2 rojan Vefa Kartal ku 26 sal in, di zindanê de ye şehîd ket. Ev her du hevala bi rêzdarî bi bîr tînîm. Ji malbatên wan re sersaxî dixwazim. Bi êrîşên zindana re dixwazin vê îradê bişkînin. Qaşo qanûnek derxistin. Hemû kesên çete, tecawîzkar, ê dizok, ê ku AKP ji bo xwe bikar anîbûn zindan vala kirin û zindan bi gelê Kurd tijî dikin. Tenê li ser zindanê vê nadin meşandin, ê mayî jî dibin. Tenê di vî demê dawî de êrîşê gelek sazî û dezgehan kirin û zindan tijî kirin. Dixwazin li zindana xeta berxwedanê bişkînin. Armanc diyar e. Hemû armanc yek e. Berê ji mîmarên 12’ê Îlonê Kenan Evren digot ‘Em wana sêdarê nexin, ma em wan xwedî bikin.’ Erdogan jî heman rengî nêz dibe. Ji wî jî xeraptir e. Divê ji bo hevalên li zindanan jî çalakî pêş bikevin. Dengê wana divê bê bilindkirin. Kes divê qedexeya qebûl neke û nebîne û têkoşîna xwe mezin bikin. Valakirina zindana dê çawa bibe? Bi têkbirina vê desthilatdariya faşîst e. Encax ew têk biçe zindan dikarin bên valakirin. Dîlên azadiyê li ber xwe didin. Nikare wê vînê bişkîne. Niha jî li ber xwe didin. Em berxwedana wan silav dikin. Bi rûmet e.
DIVÊ BI EŞQEKE MEZIN TÊKOŞÎN WERE KIRIN
Dîsa berxwedana zindana ango xwedî lê derketin bi gelê Kurdistanê re nemîne. Endamên Grup Yorûm Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek ketin greva birçîbûnê tenê ji bo stranê xwe azad bêjin. Ev li pêş çavên cîhanê hate kirin. Heta xwestin cenaza wî ji cihê wî derxin û bişewitînin. Ewqas faşîzm. Gelê Tirkiyeyê, gelê azadîxwaz heya kengî bêdeng bin? AKP ji vê bêdengiya heyî sûdê werdigre. Bûyera li Emêrîqa çêbû bi rojan e gel li kolanan in. Bi sed hezaran gel daketin kolanan. Her roj ji vî bûyerê deh qat xeraptir li Kurdistan û Tirkiyeyê dibin. Gelê Kurdistanê gelekî berxwedêr e. Gelekî azadîxwaz e. Lê tevahî gelê heremê hêzê demokratîk, kes û hêzên bi rastî jî li hemberî faşîzmê ne, ê ku bi nirxê xwe re girêdayîne, ê ku dixwazin di netewa demokratîk de cihê xwe bigrin û cihê xwe tê de digirin, gelê Asûr, gelê Sûryan, gelê Ermen e, civaka Êzîdî, civaka Elewî ji her demê zêdetir vê rastiyê dibînin. Tenê bi bang û daxuyaniyan çênabe. Tu yê bêjî faşîst û dîktatorekî wisa ye û him jî jê hêvî bikin. Divê têkoşîna xwe mezin bike. Berxwedanê mezin bike. Divê têkoşîn bi eşqeke mezin bê dayîn. Bi eşqeke mezin bikeve rêka têkoşînê. Heqîqet avakirina jiyana azad e. Dîlên azadiyê jî ji ber vê hatine girtin. Ji bo civakê bitepisînin qanûnan derdixînin. Kî/ê deng derdixe dixe zindanê. Çend komelên jin hebûn hemû girtin xistin zindanê. Ev pêvajoya heyî divê veguhere pêngaveke nû. Derketina derve qedexe ye lê bixwe her tiştî dikin. Kiryarên xwe yê nijadperest, ê faşîzan, ê ku tu nesîb ji nirxan negirtiye hemûyan jî pêk tîne.”
TÊKOŞÎNA JINAN TÊKOŞÎNEKE PÎROZ E
Avesta êrîşên li ser jinên azadîxwaz ku van demên zêde bûye nirxand û bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya jina Kurd. Avesta got, ”Têkoşîna jinan têkoşînekî pîroz e û hêjayî silavê ye. Hemûyan silav dikim. Di bin van şert û mercan de berxwedanek heye. Liv û tevgerek heye. LI hemberî liv û tevgera vê têkoşînê, bi hemû derfetên dewletbûyînê faşîzm xwe sazî kiriye û di êrîşê de ye. Li hemberî tevahî nirxan û taybet li hemberî jinê êrîşê tîne. Faşîzm tiştekî reş e. Ji ronahiyê ditirse, ji azadiyê, ji wekheviyê ditirse. Faşîzm weke ferasetekê daniye pêşiya xwe ku divê destpêkê tu jinê tine bikî. Di şexsê jinê de têkoşîneke pergalî tê meşandin. Pergala baviksalarî ya desthilatdar ya hezarî sala jin nasnekiriye. Jin tine dîtiye. Jin bi xwe ve daye girêdan. Di pergala Kapîtalist modernîte de ev rewş daketiye herî jêr. Pergala xwe li ser keda jin û tinekirina jin pêşxistiye. Îro ê ku herî zêde li hemberî vî pergela ketî a faşîzane berxwe dide û ketiye rêka azadiyê jin e. Ev jî bi saya jinê Kurdistanê 45 sal in di Rojhilata Navîn de belav bûye, teyîsiye. Jinên cîhanê ji vê hêz digrin, ezmûn digrin. Ji bo na vî dizane ku ev zanebûna stratejîk dê dawiya wî bîne. Ji bo na vî ewqas êrîşê tîne ser jinê. Êrîşa jin êrîşa birdozî ye. Tenê ne li ser komelekê ye. Êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Êrîşê li ser xeta azadî û zanebûna wê dike. Faşîzm jina kole, jina ketî, a nezan, a ku bi hemû awayî di bin nêrînê zilamtiyê de bimîne wê dixwaze. AKP jinek wisa ji xwe re diafirîne. Hemberî AKP-MHP jina azadîxwaz asteng e. Ji bo na xwe telûke dibîne. Li pêşiya xwe wekî kelem dibîne. Lewma êrîşê xeta azadiya jin dike.
DIVÊ JIN BI XWE BAWER BIN
Jin jî tahma azadiyê kirine. Îro ê ku herî zêde ketine xeta azadiyê û bi rûmetekî mezin di milê birdozî de, di milê rêxistinî de, di milê felsefî de û di milê zanistî de didin meşandin jinin. Êrîşên wan hîn zêdetîr yekîtiya jinan xurt dike û dike jî. Ev êrîş di şexsê jinên Kurd de li ser tevahî jinên heremê ne. Divê tu carî êrîş û armancên çetê DAÎŞ’ê nêbîrkirin. Çetê DAÎŞ’ê wekî 5000 sal beriya niha çawa xiste nava çar duwara û nava çarşefekî reş. Kî pişgiriya DAÎŞ’ê kir? Dîsa Erdogan bû. Jin divê yekîtiya xwe hîn xurtir bikin, rêbazên têkoşînê divê hîn zêde pêşxînin. Li hemberî faşîzmê sazîbûnên xwe mezin bikin, rêxistinên xwe mezin bikin. Rêbazên çalakiyên xwe dewlementir bikin. Divê bi qadekê re sînordar nehêlin. Divê bê herikandin. Çima êrîşî komela jinê dikin? Çima dibêje ku Gulîstan Doku li kûderê ye. Çima zarok tên qetilkirin, çima tu qanûna tecawîzê derdixîne. Rast e qanûna tecawizê derxist. Feraseta AKP-MHP qanûn derdixîne keça 11 salî 13 salî bi tecawîzkarê xwe re divê ku bizewîce. Vê rewa dike. Divê civak ji bo vî îsyan bike. Kî li hemberî vî derdikeve? Saziyên jinan derdikevin. dibêje ne ji we be kes dawa van tiştan nake. Dibêje divê hûn van pirsan nekin. Pirs qedexe ne. Me pirsa mezin kiriye. Me gotiye ku em bi vê pergalê re najîn. Me qutbûna ji vê da destpêkirin û em derketin serê çîyayê Kurdistanê. 40 sal in li serê çiyayê Kurdistanê têkoşînekî mezin tê dayîn. Ji bo na vê me got êrîşê tînin ser terman. Dibêje ne ji we ba min dikarî li kolanan, li zindana mirovan qetil bikirana. Ez perlemento jî nasnakim. Lê a asteng hûn in. Jin divê vê bibînin, hesabê van tê pirsîn. Li hemberî van qanûnan, li hemberî van kiryaran têkoşîna tê dayîn girîng e. Em nirx didin. Jin serê xwe natewîne û têkoşînê dike. Divê pêl bi pêl hîn mestir bibe û pêş bikeve. Divê ku hesap ji vana bê pirsîn. Divê jin bi xwe bawer bin. Wekî berê jin nikare bixwe nava çar dîwaran. Wekî ku dibêjin ‘ cin ji şûşê derket.’ Jina tahma azadiyê kirî, jina zana bûyî, jina xwe bi rêxistin kirî ew nikare carekî din wê bitepisîne. Ji bo pergala Hevserokatiyê êrîşî HDP’ê dike. Ji pergala Hevserokatiyê bi rûmetir çi heye? Di hemû qadên civakê de wekhevî tê xwestin. Hemû jin di vî zanebûnê de ne. Demê li pêşiya me divê ev têkoşîn bi rihekî azad, vînekî ji pola divê bê berdewamkirin û bê meşandin. Em di vê baweriyê de ne ku jin dê serbikevin. Ji her demekî zêdetir faşîzma AKP-MHP li ber tinebûnê de ye. Ev êrîşên wan ji lêwaziya wan tê. Çiqas têkoşîn bilind bibe dê emrê wan jî kin bibe.”
Sozdar Avesta, salvegera berxwedana Gezî bibîranî û got, divê pira navbera gelê Kurd û Tirk carekî din bê avakirin û wisa nirxandin kir;
“Ez şehîdên Gezî ya beriya 7 salan berxwedan wan bi bîrtînim. Tekoşerên gelê Tirkî û tevahî gelan bûn. Pêngava li Gezî pêş ket, pêngaveke girîng bû. weke pêlê behrê ji bînî ve hat û bandorekî mezin li heremê kir. 7 sal li ser derbas bû lê hîn jî AKP sendrûma vê dijî. Dît ku diheje. Ger ku gel rabe tu hêza faşîst çi dibe bila bibe nikare xwe li ber bigre. li ser vê rastiyê dek û dolaban dide meşandin. Wekî darbe digre dest. Pêla ku 2013 li Gezî pêşket heman demê de 2015 li Bakûrê Kurdistanê pêşket. Rihê Gezî û berxwedana Nîsêbîn, Cîzre, Sur, Şirnax, Silopî û Kerboran yek bû. Divê ku tişta bêkirin ev pir çarekî din bê avakirin. Ev pira navbera gelê Kurd û Tirk de ku bi xwînê hatiye çêkirin bikaribe biherike nava hev. Hevgirtinekî xwe çêbike. Niha jixwe êrîşa li ser Partiya Demokratîk ya Gela tê kirin li ser vê ye. Ji ber ku ev partî partiyeke gelê Kurdistan û ya Tirkiyê ye. Bi dehan rêxistinên cûda di nav de cihê xwe digirin. Dixwaze viya pişkîne û nîqaşê vî dike. Di vî warî de hinek kêmasî hene divê ev bê dîtin. Gelê Tirkiyê dît, karker dît, jina dît, xwedevan dît ku çiqas hêza xwe yek bikin dikarin çi bikin. Gezî projeyekî jiyana azad bû. Jiyana komînal bû. JIyana hevgirtî bû. Divê vana carekî din bên pêşxistin û bê rêxistinkirin. Ê ku faşîzm têk bibe û ji holê rake dê ev be. Dem jî dema wî ye. Proja HBDH girîng e. Ew jî hêzekî mezin dide gelê Tirkiyê. Çalakiyên pir girîng pêş dixîne. Rêxistinên jinan, qada sivîl bi rihê Gezî dema pêşîya me tiştê tê xwestin ji xwe re bi bingeh bikin û encamê baş jê derbixînin. Salvegera Gezî tenê bi çend daxwiyaniyê re sînordar nemîne. Divê ew rih bi berdewamî bê meşandin. têkoşîna wî bê berdewamkirin. Ji ber ku armanca Gezî tinekirina vê pergela desthilatdar ya dîktator AKP-MHP’ê bû. Divê ev bê berdewamkirin.”
BILA BI INSÎYATÎVÊ RABIN
Avesta, li ser gengeşî û aloziya li Zînî Wertê nirxandin kir û got, divê rasti bên zelalkirin ew ji bo yekîtiya netewî amade ne, yên ku vê yekîtiyê naxwazin kî ne. Bang li gel û kesên nerazîbûn nîşan didin daku înîsîyatîfekî ava bikin, li ser bûyerê biçin, hesap bipirsin û wisa berdewam kir:
”Meh û nîvek e Zînî Wertê pêvajoyekî nû bi xwe re anî. Niha tişta li wir diqewîme, tişta li wir çêbû rojevê de ye. Li medya ya dijîtal tişta herî hatiye mêzekirin û hatiye şopandin Zînî Wertê ye û çi li wir dibe. Li Zinî Wertê alazî xelas nebûye. Tiştekî nû nîne. Hêza ku hatiye wêderê hîn jî li wir in. Ew hêza hatiye wir jî ji bo çi hatiye, daxwiyaniya di milê tevgera me, ya gelê Kurdistanê û bi taybet gelê me yê Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn di cihê xwe de bûn. Dewleta Tirk di Zînî Wertê de gelê Kurd bi hev re bide tinekirin. Kurdan bi destê hev bide qirkirin. Tengaviya li Bakur Kurdistan û Tirkiyê ketiyê dixwaze li Başûrê Kurdistanê ji xwe re bike bingehek û ji vê derê de derketinekî çêbike. Ji bo vî gelek daxwiyanî hate dayîn. Herî dawî 150 jin û bi dehan welatan di nav de gelek beşên cur be cur hebûn name şandin. Ji hevserokatiya Konseya me ya KCK’ê re mane şandin. Ji rêxistinên PDK û YNK’ê re jî şandin. Hevserokatiya me daxwiyaniya xwe dan. Silav kirin û gotin em ê li gorî vî tevbigerin. Lê yek daxwiyaniyek ji milê her du partiya nîne. Taybet ji PDK’ê nîne. Ji ber ku ê hatiye qadê PDK’ê ye. Ev tenê bi gotina çênabe. Divê ew kesên daxwazî dikin vê pirsê bikin. Kî nayê vê yekîtiyê? Tevgera me jê re amade ye. Em jî ji vir bangê li wan dikin. Di serî de rêxistinên jin ku hatin gel hev û name şandin, tevahî rêxistin û kesên ku ji bo alaziya Zînî Wertê bi dawî bibe daxwiyanî dan ku nêzîkatî seknekî girîng û bi nirx bû, ez bangî wan dikim. Li pêşmergê Dêrîn dikim. Ji gelê Başûrê Kurdistanê dikim. Li rewşenbîr û hûnermendên Kurd ku ev înîsiyatîf berê dane destê xwe, bila Komîta xwe çêbikin, bila înîsiyatîf bigrin û bikevin dewrê. Bila werin Zînî Wertê. Bila van rêxistina re bêjin kî nayê Yekîtiya Netewî? Kî nê em ê hesap birs bikin. Bila wan rêş bikin. Bila wî nava refê xwe bavêjin. Tenê bi gotin nabe.
KURD YEKÎTIYA XWE ÇÊNEKIRIN WÊ BÊNE TINEKIRIN
Herkes dibêje em Yekîtiya Netewî dixwazin. Kî naxwaze? Dibêjin yekî kor e gotine tu çi dixwazÎ, dibêje ez du çavan dixwazim. Ew ki ye ku Yekitiya Netewî naxwaze ew ne Kurd e. Tu alaqaya wî bi Kurdîniyê re nîne. Divê mirov vî bibîne. Binerîn ji bûyera Zînî Wertê çêbûye ew sîxûrên ku anîne li wir bi cîh kirine, ê ku li Lêlikanê bi cîh kirine, ê ku li Heftanînê cih kirine û cihên din, her roj istihbaratê didin dewleta Tirk û tê ewladê gelê Kurdistanê qetil dike. Herî dawî li Qeladizê li qontara çiyayê Kurê Jaro çûye ji xwe re kerenga kom dike debara xwe dike Rêzdar Celal û kurê wî Ahmet hatin qetilkirin. Dîsa beriya vî çend rojan êrîşî Rojhilatê Kurdistanê kir. Di nav de 2 gerîlayê YRK’ê û 3 welatparêz hatin qetilkirin. Kî berpirsyarê van e? Ev ev inîsîyatîf hesabê ji vî pirs bikin. Em ne perpirsyarê wî ne. Em dijî vî têkoşîn didin. Diçe pirs welatparêzen Kurdistanê ya Sipyarê dikin çima êrîşî Kurdistanê dikin, dibêje dewleta Tirk dijminê Kurda ye. Dibêje ‘PKK ji bo xwe dike hincet.’ PKK ji bo çi li Kurdistanê têkoşîn dike? Divê herkes vê baş dizanibe ger PKK nebe ew ê ku xwe wisa dibînin nikarin heftiyekî berxwebidin. Gelê Başûrê Kurdistanê ev dît. Baweriya xwe gerîlayê Kurdistanê heye. Dît ku 2014’an de çawa tena xwe man. Çawa bi hezaran jin hatin kolekirin û hatin revandin. Şengal, Kobanî li ber çav e. Me ji bîr nekiriye. DAÎŞ kete Kerkukê heya hat Hewlerê. Em çarekî din dibêjin kî naxwaze bila hesap ji wî bixwazin. Rayadarên Başûr taybet rayadarê PDK divê êdî dev ji vê ewê berdin. Yekîtiya Kurd dixwazin bila kerem bikin. ewqas daxwiyanî tê dayîn, bersivekî nadin. Û hêzê jî ji wir nakşîne. Em weke tevgera azadiyê tişta dikeve ser milê me em jê re amadene. Em xelayê dayîkan pêk bînîn, em bendewariya jinan pêk bînin. Dengê hûnermendan ji bo ku azad derbikeve û stranê xwe azad bêjin. Em dizanin xeyalê hemîyan Yekîtiya Netewiye. Kurd Yekitiya xwe çênekin dê perçe perçe bên tinekirin. Ji xwe têkoşîna me Netewa Demokratîk avakirine. Tu qesr û qonaxa gerîla heye, mal û milkê wî heye. Tenê rûmet û rihê wî heye. Ciwanekî 2 salî dev ji her tiştî berdide û derdikeve serê çiyayê Kurdistanê heqê kî heye vana dide qetilkirin. JI bo vî rûmetê biparêze derketiye vir. Ji bo carekî din ev rayadar xwe li gelê Kurdistanê re bidin qebûlkirin, zû bi zû hêzên xwe ji Zinî Wertê bikişînin. Herkes biçin cihê xwe yê berê. Dorpêça li ser Maxmur bê rakirin. Rûmeta gelê Kurdistanê diêşînin. Maxmûr 8 mehin din bin dorpêçê de ye. JI bo çareseriyê çi bê xwestin em jê re amade ne.”
GERÎLA NEBE EWLEHIYA TIR NIRXÎ NAMÎNE
Sozdar Avesta, herî dawî di serî de ji biharê û vir de çalakiyên mezin ya gerîlayên azadiyê, yekîniyên tolhildanê, çalakiyên HBDH ku pêşketin berxwedanê wan silav û wan pîroz kir. Girîngiya berxwedana gerîla ya li hemberî faşîzma AKP-MHP nirxand û bang li tevahî ciwan û jînên Kurdistanê kir ku tevlî rêfên azadiyê ya gerîla bibin û wisa dawî li nirxandinê xwe anî:
”Bi minasebeta vê bernamê gerîlayê azadiyê çalakiyên ji destpêka biharê ve û çalakiya fedaî ya Sema Koçer ku dest pê kir, ji Serhedê heya Dersim, Bagok heya Behdînan û tevahî qadan berxwedaniyekî mezin dikin, têkoşîna û çalakiyê wan pîroz dikim. fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne wan bi rêzdarî, bi hijêkirin, bi bêrîkirin silav dikim. Niha gerîla çarekî din vaya da îspatkirin ku gerîlayê azadiyê dikare sedsala 21. jî têkoşîn li hemberî hemû cûrê faşîzmê bide berdewamkirin û serkeftinên mezin jî bi destbixîne. Gelek caran ji hêla Biryargeha Navêndî fermandarên HPG YJA-Star ve daxwiyanî hatin dayîn. Gerîlayê demê, gerîlayê sedsala 21. bi rastî performansê wî em dibînin. Dijmin jî ji vê gerîlayê ditirse ku beriya niha me got êrîşên ser termên gerîla tên kirin ji vî rastiyê tê. Gerîla di vî zanêbûnê de ye. Dîsa temînata tevahî parastina nirxê û destkeftiyên pîroz ya gelê Kurdistanê gerîla ye. Gerîla nîn be tu nirx di bin ewlekariyê de nîne. Tu destkeftî di bin ewlekariyê de nîne. JI bo vê ez di serî de dixwazim bang bikim. Ciwanên Kurdistanê, keç û xortên Kurdistanê, ê ku faşîzm li ser gelê me çi dide meşandin, êrîşa faşîzmê li ser Rojavayê Kurdistan, êrîşê wî li ser parastina qada Medya, êrîşa li Bakurê Kurdistan li ser vîna sîyasî û li hemberî hemû kiryarên faşîzmê bang dikim ku derkevîn serê çiyayê Kurdistanê. Tevlî gerîlayê azadiyê bibin. Di xeta Zîna de, di xeta Erdalan de, di xeta Egîdan de vê têkoşînê bilind bikin. Li welat û derveyî welat divê bizanibin ê ku vê rûmetê pêşbixîne, biparêze û hemû awayî azadiya Rêber Apo û ya jin misoger bike ev gerîla ye. Carekî din hêza parastinê ez silav dikim. Dîsa milîsên HBDH, yekîniyên tolhildanê û ê ku li hemberî faşîzmê fîşekê diteqîne û berxwedide tevahi silav dikim. Ew pir bi rûmet in, divê hîn zêdetîr xwe mezin bikin, xwe pêşbixînin. Faşîzm yek bûye li hemberî vî divê enî jî yek be. Tevahî jin û ciwana dawetî têkoşîna mezin dikin.”