BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 2’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Stûna ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Hêzên me bi awayekî xurt li çeper û stargehên dijmin da. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin tespîtkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 2’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me saet di 09.50’an de li qada Tepê Xwedê ya Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yekîneyên artêşa Tirk a dagirker kirine hedef. Hêzên me bi awayekî xurt li çeper û stargehên dijmin da. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin tespîtkirin.
Saet di 11.452an de hêzên me yên YJA Starê li qereqola Zevkê ya Şemzînana Colemêrgê wesayîta zirxî ya panzêr kiriye hedef. Bi awayekî xurt li vê wesayîtê hatiye xistin, ev wesayît îmha bûye, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.