BEHDÎNAN – Di 31’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker di navbera qadên Şehîd Mizgîn û Şehîd Cûma ya Bedlîsê de êrîşeke hewayî li dar xistiye. Di vê êrîşê de sê hevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Kendal Cûdî
Nav û paşnav: Veysel Altûn
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Memîhan – Naîf
Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2020’an – Bedlîs
***
Nasnav: Mazlûm Xerzan
Nav û paşnav: Veysel Kaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Sulhiye – Şukrî
Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2020’an – Bedlîs
***
Nasnav: Şoreş Tetwan
Nav û paşnav: Adem Çelebî
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Ferîde – Mûhsîn
Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2020’an – Bedlîs
Rêhevalên me Kendal, Mazlûm û Şoreş li dijî qetlîamên dewleta Tirk a dagirker di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne. Ev rêhevalên me ji dil û can girêdayî nirxên gelê Kurdistanê ne, ji bo parastina van nirxan û pêkanîna azadiyên gelê Kurdistan bêyî rawestan têkoşiyane. Ev rêhevalên me bi ked û fedakariya xwe bûne milîtanên Rêber Apo. Her sê hevalên me yên fedaî yên ku li Xerzanê bi awayekî çalak tevlî nav şer bûne, derbên giran li dijmin xistine û li çiyayên Kurdistanê li dû xwe şop hiştine. Em rêhevalên xwe Kendal, Mazlûm û Şoreş bi hurmet bi bîr tînin, malbatên rêhevalên me di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya şehîdan bigihînin serfiraziyê.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Di vê çarçoveyê de
Di 2’ê Hezîranê de balefirên şer saet di 15.00’an de Cîloya Biçûk, Karker û Tepê Cehennemê ya Zapê, saet di 21.30’an de Girê Hekkarî yê Metînayê, saet di 22.30’an de jî Geliyê Basya ya Avaşînê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.