AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Surê daxuyaniyek da û got, ”Endamên me 4’ê Hezîranê saet 22.30’an li Amedê li ser rêya 75’an, li pişt kafeya Bagdatê, dema ku nobedar ê bi navê Mesût li wesayita xwe siwar dibû, ew kêr kirine. Nobedar, ê ku endamên yekîneya me ji mêj ve ew dişopandin bi çalakiyê re birîndar bûye, demanceya bi markaya Yavûz a nobedar hatiye desteserkirin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ew ê bîranînên şehîdên berxwedana Sûrê ya bi pêşengiya fermandarê efsanewî Şehîd Çiyager Hêvî, bidin jiyîn û tola wan hilînin, kesên ku nobedariya dewleta mêtinger dikin, nokeriya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dikin her gav li her deverê wê bibin hedefa endamên wan û diyar ki di serî de li Amedê li hemû Kurdistanê wê nobedar, sîxûr û nokeran nedin jiyîn.
Yekîneya Tolhildanê herî dawî got ew ê tola Bariş Çakan ku li Enqerê bi kêrekê hatî kuştin her gav li her deverê hilînin.