STENBOL – Girtiyên ji doza PAJK’ê yên li Girtîgeha Bakirkoyê têkildarî Qanûna Înfazê, her wiha betalkirina wekîltiya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtina wê daxuyaniyek weşandin.
Girtiyan diyar kirin ku der barê Qanûna Înfazê wan ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Partiya Gel a Komarê, Komeleya Mafên Mirovan, Dadgeha Destûra Bingehîn û Wezareta Edaletê re gelek faks û nameyên şermezarkirinê şandine.
Girtiyên ji doza PAJK’ê destnîşan kirin ku hem gel hem jî saziyên demokratîk divê li ber Qanûna Înfazê rabin.
Girtiyan diyar kirin ku ew betalkirina wekîltiya Leyla Guven û girtina wê ti carî qebûl nakin û gotin, “Leyla Guven parlamentera gelan e. Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî ye. Em timî li ber bêhiqûqiyê rabûne, ji niha û pê ve jî em ê li ber rabin. Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê divê li gel gele Kurd têbikoşin.”