NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û gotku “Du fabrîqeyên alîgirên AKP’ê yên ku li dijî azadiya Kurd û Kurdistanê ne, di agirê tolhildanê de şewitîne. Înîsîyatîfa Zarokên Agir wê bibe kabûsa faşîstan, em ê şevekê ji nişka ve werin û agirê tolhildanê geştir bikin.”
ÇALAKIYÊN HATINE KIRIN
Derbarê çalakiyan ev agahî hatin dayîn:
“Di 5’ê Hezîrana 2020’an de li Menemena Îzmîrê me tesîsa veguherîna alavan şewitand. Beşeke tesîsê bû xwelî û asîmana Menemenê di bin dûmana reş de maye.
Di 5’ê Hezîrana 2020’an de me li Sanayiya Mobîlyeyan a Înegola Bûrsayê agir bi fabrîqeya kereste û tiştên darînî xist. Depoya fabrîqeyê ya ku beşeke mezin a fabrîqeyê bû xwelî.”