NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona YPS û YPJ-JIN’ê bîlançoya çalakiyan a navbera 5’ê Gulanê û 7’ê Hezîranê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi rêk û pêk li dijî gelê Kurd pêkanînên darbeyê dike, êrişê dibe ser îradeya civakê, bi hovane êrişê dibe ser goristanan û ya ku vê faşîzmê li Kurdistanê li ser piyan dihele, xiyanet e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xayinên ku destê wan di xwîna Kurdan de heye wê nikaribin bi hêsanî razên.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “AKP-MHP divê weke partiyeke normal a siyasî neyê dîtin. Çeteya AKP-MHP’ê rêxistineke ku li pey qirkirina Kurdan e. Hebûna xwe li ser qirkirina gelê Kurd ava kiriye. Yanî yek ji dijminên herî mezin ên gelê Kurd e. Yên ku di nava van rêxistinan de hene bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dikin. Yên ku deng didin AKP-MHP’ê yên ku rêveberiyê ji wan re dikin, divê zanibin ku ew sedema girtin, komkujî û bombardûmana li ser gelê Kurd in.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev hêz û derdor ya wê ji dest vê helwesta xwe berdin û bi gelê Kurd re bin, ya jî wê ji Kurdistanê bên paqijkirin. Em ê nehêlin ku çeteya AKP-MHP’ê li Kurdistanê bimîne.”
Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd jî hate kirin ku yên sîxuriyê ji AKP-MHP’ê re dikin, yên hevkariyê bi wan re dikin teşhîr bikin, silavê nedin wan û li dijî wan bikevin nava liv û tevgerê.
ÇALAKÎ
Têkildarî çalakiyan jî ev agahî hatin parvekirin:
“Di navbera 5’ê Gulanê û 7’ê Hezîranê de 5 noker û firoşkarekî narkotîkê hatin cezakirin, 15 kargeh ku febrîqe û keştiyên luks ên faşîstan di nav de bûn hatin îmhakirin. Di çalakiyan de li nobedarekî hate xistin, debanceya wî hate desteserkirin. Li dijî qereqolekê çalakî hate lidaristin, zerviyê Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TÎGEM) û depoyeke qeymeqamtiyê hate şewitandin. Di çalakiyê de maleke faşîstan, 13 wesayitên polîs û nokeran hatin şewitandin.”