NAVENDA NÛÇEYAN – Hate diyar kirin ku cenazeyê Melek Nebî Xelîl li zeviyên gundê Fêrziyê yê rojhilatê bajarê Ezazê hatibû avêtin. Melek Nebî Xelîl 16 salî ye û ji gundê Derwîş ê navçeya Şêrawa ye. Çeteyên koma Nuxbê ya çeteyên Firqet Sultan Murad 23’yê Gulana derbasbûyî Melek revandibû.
Beriya çend rojan dîmenên jinên çeteyên Firqet Hemzat ên revandina û di girtîgehên li kantona Efrînê ya dagirkirî de îşkence dikin, li ser malperên civakî hatibûn belavkirin.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li pêş çavê civaka navneteweyî sûcên derveyi mirovî pêk tîne.