SILÊMANÎ – Li Silêmanî bi pêşengtiya Ciwanan li ber Baxê Giştî, di derbarê şehîd xistina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanî de ciwan û gel, alên PKK û wêneyên şehîd Qasim Engîn hidabûn. Ciwan û gel her tim sloganên, “Şehîd Namirin”, “Tolhildan, Tolhildan”, “Bimre Îxanet” û “Bimre Dagirkeriya Tirk” avêtin.
Ciwanên Welatparêz û Jinanî Gencanî Tekoşer di derbarê şehîd xistina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn de daxuyaniyek dan. Ciwanan da diyar kirin ku wê ala şehîd Qasim Engîn wê her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwan wê ji bo tolhildanê rake.
Daxuyaniya Ciwanan wihaye:
“Qasim Engînê ku di nava refên tekoşîna azadiyê de 35 sale ku ji bo Kurd û Kurdistanê tekoşînekî bêhempa dimeşand, li Herema Bradostan dema ku li ser erka xwe bû ji alî dewleta faşîst-qirker ve bi êrîşekî hov û xaînane ve di 27 Gûlanê ve hatiye şehîd xistin.
Qasim Engîn 35 sal bi fikr û felsefeya Rêber APO û di xeta şehîdan de li hember dijminê Kurd û Kurdistanê de li çar parçeyên Kurdistanê tekoşîn meşand. Qasim tekoşîna azadiyê bi ciwantî nas kiribû û di temenê xwe yê ciwan de di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe girtibû.
Li çiyayên Başurê Kurdistanê bi rojane ciwanên Kurd ji alî dewleta Tirk a dagirker ve tên qetil kirin. Gencê Başurê Kurdistanê baş dizane ku di van qetlîaman de destê sîxûr û nokerê Kurd û Kurdistanê heye. Nebûna Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan ji alî noker û dijminê Kurdan dewleta faşîst û qirker dagirkeriya Tirk ve tê bikaranîn.
Em wek Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer, êrîşên ku li hember pêşeng û parêzvanên Kurdistanê bi hevkariya îxanetkaran ve pêk tê şermezar dikin. Li hember van êrîşan tu car bêdeng namînin, hesabê wan em ê bipirsin. Bila dijmin baş bizane ku li her parçeyê Kurdistanê bi hezaran ciwan ala Kasim wê ji bo tolhildanê rake.”
Daxuyanî bi sloganên “Bimre İxanet” bi dawî bû.