WAN – Li herêma Belbûka ya di navbera gundê Xumar û Giresor ên navçeya Şax a Wanê de teqînek çêbû. hate diyarkirin ku li herêma zozana Belbûkayê di dema derbasbûna wesayîta ku di çêkirina rê de dişixulî teqînek çêbûye û di teqînê de 2 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê û li herêmê operasyoneke dorfireh hatiye destpêkirin.