NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Kawa Garzan û Şehîd Mordem Makû li Wan û Stenbolê çalakî li dar xistin.
Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Di serî de azadiya Rêberê me heta gelê me azad bibe em ê qet ranewestin. Kelehên faşîzma AKP-MHP’ê, yên ku piştgiriya wan dikin, sazî û kesayetên li pişt wan e wê di hedefa me de bin.”
Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku di vê pêvajoya çalakiyan de her kes berê xwe bidin Kurdistanê, tevlî nava hêzên xweparastinê bibin û li dijî dijmin bi rengekî çalak û bi hêrs şer bikin.
ÇALAKÎ
Li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“Di 5’ê Hezîranê de li taxa Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê, li dijî polîsekî sivîl ê ku sîxurî li ciwanên me ferz dikir û rêveberê AKP’ê yê navçeyê ku kesekî hevkarî pê re dikir, çalakî bi teqemeniyê hatiye kirin. Heman rojê yekîneyên me piştî çalakiyê li taxa Abdûrahman Gazî ya Tûşbayê wesayiteke cerdevanekî şewitandin.
7’ê Hezîranê li peravê Bakirkoyê ya Stenbolê 8 wesayitên alîgirên AKP’ê hatin şewitandin.
8’ê Hezîranê li Kûmkapi ya Fatîh a Stenbolê avahiyeke ku narkotîk lê dihate firotin hate şewitandin.”