BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê daxuyaniyek da, got: “ Ji ber çanda kevneşopiya berxwedanê ya HDP’ê dîsa ji ber çêkera HDP’ê û rastiya wê xwedî çavkaniyekî wilo ye ku neqede. Ji ber vê yekê çiqasî êrîş bikin bila bikin xeta siyasî ya HDP’ê û kevneşopiya berxwedana wê li ser piyan e, berxwedana li dijî faşîzmê bê navber dewam dike.”
KCK’ê bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a faşîst û got: “Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllar ên nûnertiya herî pêş a xeta siyasî ya HDP’ê dikin wekîliya wan hate betalkirin û girtin. Dîktaoriya faşîst a ji bo faşîzmê mayînde bike û Kurdan qir bike, êrîşên xwe didomîne. Ev êrîşên qirker ên dewleta faşîst û hevkarên wê tê wateya mezinkirina berxwedanê. Tenê HDP li ber xwe nade, diyar e ku berxwedanekî bi girîng e. Nexwe wê ewqas ne di hedefa êrîşan de ba.
Sedemê serek ê van êrîşan ji ber ku HDP li Tirkieyeyê dînamîkekî herî girîng ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Ji ber ku HDP bi rastî weke hêzekî demokratîk xwedî li jiyana azad û demokrasî ya gelê Kurd derdikeve êrîşên mezin li ser tê kirin. Di serî de ji bo çareseriya pirsa Kurd û hemû gelên hejar ên bêmafî lê têkirin ji bo azadiya wan têdikoşe, ji bo wê li dijî dewletê hêzekî ku têkoşîna demokrasiyê ya rast dide. Ji ber ku têkoşîna jiyana azad û demokrasî ya gelê Kurd gihandiye gelên Tirkiyeyê evqas êrîş li ser tê kirin.
‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA DÎKTATORIYÊ HDP’Ê DIBÎNE’
Ji ber ku HDP dixwaze hemû hêzên demokrasî û azadiyê li dijî desthilata faşîst bibin yek, HDP û gelê Kurd ê xwediyê vê ya herî mezin weke dijmin dibînin û êrîşî wan dikin. Ev faşîzma ku di serî de zilmê li hemû gel, civak, kedakar, jin û ciwanan dike, di xeta HDP’ê de mirina xwe dibîne. Dîktatoriya faşîst astengiya herî mezin a li pêşiya polîtîkayên xwe yên qirker ên li ser Kurdan dibîne, ji bo wê êrîşên qirker li ser HDP’ê dike.”
KCK’ê bi domdarî got: “Dîktatoriya qirker û faşîst di nava têkçûnekî mezin de ye. Ji ber çanda kevneşopiya berxwedanê ya HDP’ê dîsa ji ber çêkera HDP’ê û rastiya wê xwedî çavkaniyekî wilo ye ku neqede. Ji ber vê yekê çiqasî êrîş bikin bila bikin xeta siyasî ya HDP’ê û kevneşopiya berxwedana wê li ser piyan e, berxwedana li dijî faşîzmê bê navber dewam dike. Berxwedana gelan a mezin a HDP’ê ya li Kurdistanê, li ser vî bingehî şoreşa demokratîk a netewî ya pêş bikeve û biyekrebûna gelên Tirkiyeyê ya dîrokî xwe dispêre daneheviya demokratîk a şoreşgerî û têkoşînê. Heta ku gelê Kurd û Tirkiyeyê hebe wê têkoşîn jî bidome.
Ji HEP’ê û vir ve li dijî hêzên siyasî yên demokratîk êrîşên giran tên kirin. Bi hezaran rêveberên xwedî vê kevneşopiya siyasî û endamên wê hatin qetilkirin, bi deh hezaran jî hatin girtin. Parlementer, hevşaredar, rêveberên navçe û bajaran jî di nav de bi hezaran endam li zindananin. Her roj bi dehan kes tên girtin. Lê gav bi vê kevneşopiya siyasî nedaye paşeve avêtin. Çawa ku li derve li zindanan jî berxwedana pîroz didome. Hezar silav li van ên berxwedanê didomînin. Ew ên şopdarên kevneşopiya berxwedana Zindana Amed a Hejmar 5; ew ewladên bi rûmet ên gelê Kurd in. Ev berxwedana rûmetê wê teqez bigihêje serketinê, Kurdistan azad bibe; Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bibe.
DIDOME…….