HELEB – Li Helebê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êw li dijî sivîlan li bajarên başûrê Kurdistanê şermezar kir û şehîd Qasim Engîn bibîr anî.
Ciwanan maşale, alên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û wêneyên şehîd Qasim Engîn hildan.
Meş ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şorşeger li beşa Rojavayê taxa Şêxmeqsûd a li Helebê destpê kir. Ciwan, di nav kolanên taxê de heta ber bi çarxerêrya Serok ve li beşa rojhilatê taxê meşiyan.
Meş li ber çarxerêyê rawestî. Piştre endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan Jînda Dilsoz û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Îdrîs Cafer Reş axivîn.
Axaftvanan destnîşan kirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarên başûrê Kurdistanê wê bibinkevin mîna ku tevahiya hewldanên wê yên berê bibinketine. Her wiha gotin, mezinkirina têkoşînê dê berbijarka ciwanên Kurd li dijî tevahiya aliyên ku hewl didin nasnameya wan qir bikin, be.
Her du axaftvanan şehîd Qasim Engîn û têkoşîna wî ya domdar li herêmên Parastina Medya bibîr anîn.
Axaftvanan gotin, şehîd Qasim Engîn şagirtê Ocalan e. Li herêmên Parastina Medya têkoşineke bê hempa raber kir. Soza xizmeta civaka Kurdistanê dabû û heta şehadetê soza xwe bi cih anî.
Di dawiya meşê de ciwanan dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst berz kirin.