STENBOL – Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji girtiyên din birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu jî doh ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.