PARÎS – Li paytexta Fransa Parîsê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCJ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar kirin û Qasim Engîn ê ku bi êrîşa hewayî ya Tirk şehîd bûbû bi bîr anîn.
Aktivîst li ber bîrdariya Bazîlîkaya Sacré-Cœur hatin cem hev, daxuyanî dan, piştî daxuyaniyê pankarta, ”Ji Ewropayê heta bi çiyê rêya te rêya me ” ya ku ji bo Qasim Engîn ê şehîd hazir kiribûn vekirin û bi bîrdariyê ve daleqandin.
Çalakî bi dirûşma ”Bê Serok jiyan anbe”, ”Kujer Erdogan” qediya.