SİLÊMANİYÊ – Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya xebatên ekolojî de li Silêmanî li Parka Azadî derdor paqij kir. Jinên Ciwan bi vî xebatî starta xebatên xwe yên ekolojiyê da destpêkirin. Jinên Ciwan li Silêmanî, Kerkûk, Çemçemal, Ranya û Halepçe derdor paqij kirin. Jinên Ciwan diyarkirin ku bi çalakiya derdor paqij kirinê hîn bêhtir bal bikêşe ser xweza parêziyê.
Çalakiya derdor paqij kirinê ya li Silêmanî 10 Endamên Jinên Ciwan tevlî bû. Jinên Ciwan li seranserê Parka Azadî, paqij kir û jin, ciwan û gelên li Parkê re di çarçoveya xebatên xwe ekolojî de vegûhestin kir.
Di çalakiyê de gelek kes alîkarî da derdor paqij kirinê. Gelek kes jî bi telefonên xwe fotoğraf û dîmen dikêşand.
‘Ev çalakî yekem çalakiya me ye xebatên ekolojiyê ye’
Endamên Jinên Ciwan Lara Abbas di derbarê xebatê xwe yê ekolojiyê de ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Em wek Jinên Ciwanên Başurê Kurdistanê, li hember êrîşa xwezayê yekem çalakiya me ye ku me Parka Azadî paqij kir. Ev çalakî di çarçoveya xebatên me yê ekolojîk de yekem çalakiye. Em xebatên xwe ji bo xwezaparêziyê dikin.
Em bi vî dixwazin bal bikşînin ser kêm naylon û kel û pelên ku xwezayê de bi sedan sale tune nabe. Zirarên pir mezin didin bikin. Em ji gelê Başur re pêşniyar dikin ku tiştê ku xweza tune dikin wek plastîk bikar neynên. Ji bo xweza parêziyê bêhtir hewl bidin.”