HANNOVER – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) li bajarê Hannover ê Elmanyayê li hev kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên nijadperestiyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de ku 150 kes beşdar bûn dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji Ocalan re û “Şehîd namirin” hatin qîrîn.
Ciwanan her wiha wêneyên George Floyd û Bariş Çakan hildan ku ji ber êrişên nijadperestiyê jiyana xwe ji dest dan.
Piştî meşê çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû.