WAN – Li gundê Qaşqol a girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê, di encama gulebarandin leşkerên Tirk ên dagirker de ciwanê 20 salî Emrah Gorur hate qetilkirin û Saîm Yilmaz bi giranî birîndar bû. Yilmazê bi giranî birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Cenazeyê Gorur jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Hat diyar kirin ku cenazeyê Gorur ji bo otopsiye wê bişînin Wanê.
Welatiyên herêmê, têkildarî bûyerê, diyar kirin ku leşkerên Tirk ên dagirker gule barandin û di encamê de Gorur jiyana xwe ji dest da. Welatiyan di heman demê de îdîakirin ku Gorur di dema zivî av dida û heywanên xwe di çêrandin de bi şalgerdanê hatiye fetisandin û dûre gule lê hatiye reşandin.
Hat hîn bûn ku Gorur ê berî 3 salan bavê xwe winda kiribû, li dayik û 7 xwişk û birayên xwe mêze dikir.