WAN – Li Taxa Qaşqolê ya Elbaka Wanê leşkeran gule li ciwanê bi navê Emrah Gorur (20) reşandibû û ew qetil kiribû. Cenazeyê Gorur li Goristana Îskeleyê hate veşartin.
Di vê êrîşê de Saîm Yilmaz jî birîndar bûbû. Yilmaz rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê û xistibûn emeliyatê. Hate diyarkirin ku Yilmaz ji emeliyatê derxistine û xistina serwîsa normal.