ÇEMÇEMAL – Dewleta Tirk a dagirker duh şev bi dehan balafirên xwe yên şer ve êrîşê Mexmûr, Şengal û Heremên Qadên Parastina Medya kir. Li ser vî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku planên qirkirina Kurd û Kurdistanê hedef digire Ciwanên Başur, nerazîbûn nîşan da û bangawaziya daketina qadan kir.
‘Dewleta Tirk a dagirker li ber rûxandinê ye’
Ciwanên bi navê Aran Eyup diyar kir ku wek Ciwanekî Başurê Kurdistanê li hember êrîşan bêdeng namînin û wê helwesta xwe derdixin. Aran bi dewamî wiha axivî: “Divê helwestê cîddî yê partiyên siyasî û Hukûmeta Herema Kurdistanê hebe. Heqe li hember êrîşên ku pêktê Hukûmeta Herema Kurdistanê bêdeng bimîne pirsyarekî mezin dide avakirin. Dema ku dijmin êrîşê axa te bike dîvê tu bêdeng nemînî. Dewleta Tirk a faşîst hatiye ber rûxandinê ji ber vê yekê dixwaze bi tunekirina Kurdan hebûna xwe ava bike. Em jî wek Ciwanan, ji êrîşê ku li ser axa me tê li ser me bandor nake, me natirsîne. Dijmin diweste em nawestin.”
Dersîm Germiyanî jî da zanîn ku di bomberana dewleta Tirk a dagirker de gelek ajal miriye, bax û bahçeyê welatiyan de ziyan derketiye holê. Dersîm, bal kişand ser êrîşan wiha domand: “Van êrîşên ku pêktê di esas de li şûnekî ku hatiye diyar kirin nîn e li tevahî Kurdistanê ye. Dewlet Tirk a dagirker di nava plangeriyek demdirêj de ye.”
‘Li hember êrîşan dakevin qadan’
Dersîm di axaftina xwe wiha dewam kir: “ Divê em wek Ciwanan xwedî helwestbin. Pêştir jî li Başurê Kurdistanê rejîma Baasê heman tişt dikir. Ciwan divê li hember dagirkerî rawestin ku nehêlin dagirkerî encam bigire. Heqe dagirkerî encam bigire Kurd li Başurê Kurdistanê namîne. Pêwîste em bi hemû hêz û hebûna xwe li hember dagirkerî dakevin qadan. Li hember planên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze Başurê Kurdistan dagirbike biwestin û nehêlin planê xwe pêk bîne.”