İDLİB – Hate ragihandin ku li ser rêya M-4’ê ya Îdlîbê mayin bi dewriyeya hevpar a Tirk û Rûsan teqiya.
Hate diyarkirin piştî ku mayin teqiya bi roketan jî êrîş hate kirin. Di wesayîta zirxî ya Rûsan de xisareke maddî çêbû.
Balefirên şer ên Rûsyayê li başûrê Îdlîbê li gundê El Mawzera êrîşeke hewayî kirin, artêşa Sûriyeyê jî bi çekên giran li gundên Kefer Oweyd, Ruwayda, Bayanîn, Kansefra, El Bara, Eyn Enkawî û El Feterayê da.